Hejmara kesên li Bedlîsê hatin desteserkirin gihişte 8’an

Hejmara kesên di serdegirtinên malan ên ji aliyê polîsan ve hatin girtin de, gihişte 8’an.

Polîs û jendermeyan di saetên sibê de li navçe û Bedlîsê avêtin ser malan û gelek kes destgîrkirin.

Hate ragihandin ku hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 8’an.

Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartî heye. Parêzerên çûn Fermandariya Jendermeyan a navçeyê nekarî bi yên hatine destgîrkirin re hevdîtinê pêk bînin.

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azîz Başboga, Hevserokê berê yê navçeya Norşîn a HDP’ê Îhsan  Denîz.