DOSYA II

Hefteya serketinê ya Kobanê

Rêwiyên ji bo jiyan û azadiyê mirinê têk dibin, rêwiyên destana berxwedanê ya neyê jibîrkirin, ji bo gavên dawî yên serxistina vê rêwîtiyê bavêjin, dikevin nava liv û tevgerê.

Hêzên YPG/YPJ'ê, ku bi pêngava rizgarkirina Kobanê ya meha Kanûnê re li beşeke girîng a bajêr bi pêş ve çûn, gelek cihên startejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di pêngavê de êdî gavên serketinê dihatin avêtin. Di şeva 20-21'ê Çileyê de qonaxa serketinê dest pê kir û roja 26'ê Çileyê, weke ku Meryem Kobanê di destpêka şer de got, ji cihê hatin reviyan û bi vî rengî ev qonaxa serketinê qediya.

21'Ê ÇILEYÊ: EM LI MIŞTENÛRÊ DEST BI ROJÊ DIKIN

Di hefteya dawî de li Kobanê bayê azadiyê li her derê heye. Di her kêliyê de agahî tê ku li cihekî, li çeperekê, ew çeteyên bê esîl hatine îmhakirin, ji bajêr hatine qewirandin. Fermandar û şervanên YPG/YPJ'ê, ku di roja 20'ê Çileyê de ji bo Operasyona Miştenûrê digotin 'Di rojeva me de nîne', di şeva 20-21'ê Çileyê de dikevin nava liv û tevgerê. Girê Miştenûrê dorpêç dikin, ku ev gir bi çalakiya fedayî ya destanî ya Arîn Mîrkan di çavê gelê Kobanê de careke din bû mabedeke pîroz û Şehîd Gîvara û Şehîd Dîcle dixwestin lê govendê bigerînin. Gir di destpêkê de ji aliyê komek ji şervanên YPJ'ê ve tê dorpêçkirin. Şervanên jin dema xwe digihînin ser gir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi rojan xistibûn çenteyê xwe, li ba didin. Em fêhm dikin ku bi şev liv û tevgerek heye. Tê gotin, Operasyona Miştenûrê dest pê kiriye, lê bi dizî tê meşandin. Bi berbanga sibehê re agahî ji me re tê ku Girê Miştenûrê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Em jî yekser dikevin nava tevgerê. Êdî rizgarkirina temamiya Kobanê li ser zimanê şervanan e.

22'Ê ÇILEYÊ: ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê KEVIRÊ GORÊN HEVRÊYÊN XWE YÊN ŞEHÎD HEMBÊZ DIKIN

Eniya Başûr, ku çeteyên DAIŞ'ê bi bikaranîna rêya Helebê re ji vê derê êrîşa herî giran anîn ser Kobanê, bi paqijkirina Girê Miştenûrê re ji çeteyên DAIŞ'ê tê paqijkirin. Li eniya başûr, ku çeteyên DAIŞ'ê di destpêka meha Cotmehê de dagir kiribûn, Şehîdgeha Şehîd Dîcle hebû. Dema ku ev herêm ket destê çeteyan, me dît ku şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê ji aliyê manewî ve gelekî hejiyane. Paqijkirina eniya başûr ji ber vê yekê ji bo şervanan gelekî girîng bû. Şervanên YPG/YPJ'ê bi vê desteka manewî û motîvasyonê, çeteyên DAIŞ'ê li başûr tarûmar dikin, dieciqînin û tola her şehîdekî hiltînin. Li eniya başûr firsend ji reva çeteyên DAIŞ'ê re nehat dayîn, hemû çete hatin îmhakirin û ev enî bi vî rengî hat rizgarkirin.

23'Ê ÇILEYÊ: GAVA DESTPÊKÊ YA PÊNGAVA FÎNALÊ DIYARÎ FERMANDAR DIYAR TÊ KIR

Piştî destpêkirina pêngava serketinê ya 21'ê Çileyê, çeteyên bê esil ên DAIŞ'ê ji Miştenûr û eniya başûr hatin derxistin û êdî tenê eniyek mabû ku xwe lê bigirin. Ew jî eniya rojhilat bû. Roja 23'ê Çileyê operasyona paqijkirina eniya rojhilat ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê dike. Operasyon berfireh e, lê qedeme bi qedeme tê meşandin. Çeteyên bê esil ên fêhm kirin ku nema dikarin li bajêr bimînin, li rojhilatê bajêr mayîn çandin. Fermandarê Eniya Rojhilat Selahattîn Halep operasyonê bi rê ve dibe.

Piştî ku operasyona lêdana derba dawî li eniya rojhilat dest pê dike, gotina Meryem Kobanê ya di destpêka meha Cotmehê de gotibû tê bîra me: "Di van rojan de ku her kes dibêje 'wê bajar bikeve', kêm ma ye em soza xwe bi cih bînin. Em ê di demeke nêz de li Kaniya Kurdan îlan bikin ku Kobanê bûye dojeh ji DAIŞ'ê re." Di roja 23'ê Çileyê de derbên giran li çeteyan tên xistin. Qonaxa serketinê ya di 23'ê Çileyê de dest pê kir, diyarî fermandarê mezin ê berxwedana Kobanê Diyar Bagok tê kirin.

24'Ê ÇILEYÊ: PIŞTÎ ÇAR KOLANAN WÊ AZADÎ BÊ

Di 24'ê Çileyê de ku roja duyemîn a operasyonê bû, ji bo şopandina operasyonê em li eniya rojhilat in. Fermandar Selahattîn Helep dibêje, avahiya şaredariyê û avahiyên PYD û konferansê yên li dora wê, Parka Jinan û derdora wê, avahiya asayîşê ku Diyar Bagok lê şehîd bû, Sukulhal û Lîseya El Xensê hatine rizgarkirin. Fermandar Halep dibêje, "Ji bo azadiya Kobanê çar kolan man. Piştî çar kolanan wê azad bibe."

25'Ê ÇILEYÊ: ÇETE LI KANIYA KURDAN ASÊ DIMÎNIN

Roja 25'ê Çileyê gotina "Piştî çar kolanan wê azad bibe" ya Fermandar Halep, ku li ajans û rojnameyan hate weşandin, deng vedide. Em li herêma operasyonê ne. Fermandar Halep dibêj, çete wê nikaribin li ber xwe bidin. Destnîşan dike, ku çete li herêma Kaniya Kurdan asê mane: "Em ê derba dawî li wan bidin, em ê nehêlin birevin, wê hesab bidin". Balê dikişîne ser rojek piştre, ku di heman demê de salvegera ragihandina kantona Kobanê ye.

26'Ê ÇILEYÊ: ROJA KU STÊRK DIBIRIQÎNE

Serê sibehê coş û kelecaneke mezin heye. Her kes dixwaze bibe beşek ji operasyona ragihandina azadiya Kobanê. Şervan di vî warî de ketine nava pêşbirkê. Hin jê hêrs bûne ku li eniyên paşê hatine hiştin. Dîsa jî dema ku hevalên xwe bi rê dikin, vê yekê nîşan nadin. Fermandarê Eniya Rojhilat Selahattîn Halep li hemû şervanan li dora xwe dicivîne. Ji wan re dibêje, divê çi bikin û qala wateya azadiyê dike. Axaftina wî, liv û tevgera wî dişibe axaftina 'William Wallace' a di fîlmê 'Dilê Wêrek' de li qada şer ji bo azadiya Skoçyayê ji berxwedêran re daxive. Her kes bi baldarî lê guhdarî dike. Rêwiyên ji bo jiyan û azadiyê mirinê têk dibin, rêwiyên destana berxwedanê ya neyê jibîrkirin, ji bo gavên dawî yên serxistina vê rêwîtiyê bavêjin, dikevin nava liv û tevgerê.

OPERASYON DEST PÊ DIKE

Operasyona Kaniya Kurdan dest pê dike. Ji me rojnamevanan dixwazin em li paşê bimînin. Destûr nayê dayîn em bi pêş ve biçin. Em li eniya paş, tevî sê şervanên YPJ'ê dimînin û li bendê disekinin. Ji van şervanan Avesta gelek caran tevlî operasyonan bû û birîndar bû. Di vê operasyonê de li paşê tê hiştin. Em dixwazin pê re baxivin, lê dibêje, 'Yên ku divê pê re bê axivîn, hevalên tevlî operasyonê bûne. Piştî operasyonê bi wan re baxivin'. Avesta bi rêya bêtêlê hewl dide operasyonê bişopîne. Gelekî bi coş û kelecan e. Di vê demê de çend şervanên YPG'ê tên. Ew jî li ber xwe dikevin ku li eniya paş man e. Carekê bi rêya bêtelê ji fermandaran re dibêjin, 'Em jî tên. Hûn çima me li vir dihêlin'. Lê belê fermandar bi zimanekî zelal, vê daxwaza wan red dike.

DENGÊ DIRÛŞMA JI CÎHAZÊ HAT

Bi demê de deng ji bêtêlê bilind dibe: "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê". Şervanek ji kêfa dipengize: "Hevalan Kaniya Kurdan rizgar kirin."

Em jî dikevin nava tevgerê. Avesta xwe digihîne fermandar, lê belê bersiva "hê na" jê re tê dayîn. Em hinekî din li bendê dimînin. Eger Kaniya Kurdan bê paqijkirin wê azadiya Kobanê were ragihandin. Şervan ji kêfa nikarin li cihekî rûnên.

DEFA CÛDÎ

Yek ji şervanên jin dibêje "Em ê di destpêkê de posterê Rêbertî li Kaniya Kurdan li ba bidin". Dema ew daxive, ji cîhazê vê carê dengê defa şervanê YPG'ê Cûdî û dengê stranan tê. Ev yek nîşan dide ku hinekî din bi pêş ve çûne.

SIRÛDA ŞERVANA YPJ'Ê MIZGÎNIYA SERKETINÊ YE

Piştî wextekê ji cîhazê dengê sirûda "Bijî Rojava" ji dengê şervaneke YPJ'ê tê û dibêje "Keç û xortên Kurdistan, şer dikin ji bo niştiman". Piştî vê, êdî pêwîstî bi agahdarkirina fermandar nabînin û şervanên YPJ/YPG ber bi pêş ve diçin. Em jî bi wan re dimeşin. Em xwe digihînin herêma Kaniya Kurdan. Dema em xwe digihînin vî cihî, em şervanan di govenda azadiyê de dibînin. Stran tê gotin, dirûşme tên qîrîn û rizgarkirina Kobanê tê pîrozkirin.

ALA YPG'Ê LI KANIYA KURDAN LI BA YE

Şervanên YPG/YPJ'ê ji bo aleke mezin a YPG'ê li Girê Kaniya Kurdan biçikînin, dikevin ser rê. Em jî bi wan re diçin. Dema em xwe digihîni ser gir, şervan dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" diqîrin. Û ala mezin li Girê Kaniya Kurdan diçikînin, li ba didin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe ji aliyê komeke ji şervanan a beriya niha li gir hatibû daliqandin.

Gotina "Em ê li Kaniya Kurdan, ku çete ji vir ketin nava Kobanê, ji tevahiya cîhanê re ragihînin ku Kobanê bûye dojeha DAIŞ'ê" piştî berxwedana 134 rojan bi cih tê.

KÊFXWEŞIYA MEZIN, XEMGÎNIYA MEZIN

Li Kobanê wê rojê kêfxweşiyeke mezin heye. Hemû şervan hev hembêz dikin. Li ser rûyê wan kêfxweşiyeke nayê vegotin, heye. Lê di heman demê de xemgîniyeke gelekî mezin li nava çavên wan heye. Êşa yên li Kobanê şehîd bûn dibe ku herî zêde di roja ragihandina azadiyê de tê dîtin. Kobanê di roja xwe ya herî bextewar de, şehîdên xwe yên bi lehengî şehîd bûn, bibîr tîne. Û tevî kêfxweşiyê, xemgînî jî gelekî mezin e.