HDP’yiyan li Xarpêtê lêkolîn kirin

Koordînasyona Erdhejê ya Xarpêtê ya HDP'ê, gund bi gund geriya û lêkolîn kirin. Koordînasyonê, destnîşan kir ku nikaribûne xwe bigihînin gelek gundan.

Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDP'ê, li Xarpêtê û gundên wê hin lêkolîn kirin. Koordînasyonê, diyar kir ku di çaçroveya lêkolînan de hevdîtin bi 40 keyayên gundên navçeya Madenê re çê kirine û got, li gundê Çalkayayê 12 xanî hilweşiyane û pêdivî bi 12 konan heye û her wiha pêdiviya gundiyan bi zexîre heye.

Hat gotin ku li bajaroka Gezînê avahiyek hilweşiyaye, mirov mirine, li gundê Kartaldereyê 3 xanî xesar dîtine û pêdivî bi 3 konteyneran heye. Hat diyarkirin ku li gundê Kavakê jî xaniyek xesar dîtiye, ji ber berfê rê girtîne kes nikare biçe gund û hat gotin, li gund kes najî. Her wiha hat diyarkirin ku li gundê Kiziltepeyê jî 5 avahî xesar dîtine û pêdivî bi 5 konan û zexîre heye.

Hat diyarkirin ku li mezrika Yedîpinar-Atayûrtê 5 çêlek di bin kayê de mane. Koordînasyonê, anî ziman ku hevdîtin bi keyayê gundê Ûslûyê re çê kirine û got, keya gotiye hin sobeyên kataltîk hatine şandin, lê belê tûp û serikên tûp nehatine şandin û konên hatine şandin jî ne ji bo zivistanê ne.

Hat gotin, li gundê Kayapinarê jî xanî tev xesar dîtine û gundî li mizgeftê dimînin û li gundê Aksekiyê jî ku kes lê namîne xanî hilweşiayne.

Hat diyarkirin ku li gundê Çevrîmtaşê jî 3 kes jiyana xwe ji dest dane û piraniya xaniyên gund hilweşiyane. Her wiha hat gotin ku nikaribûne xwe bigihînin gelek gundan.