HDP'yî dest bi çalakiya nobedê dikin

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari diyar kir, ji bo piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê wê 27'ê Çileyê dest bi çalakiya nobedê bikin û got, AKP bi girankirina tecrîdê re dixwaze têkiliya Ocalan a bi civakê re qut bike.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 76 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyên din jî di roja 38'an de ye. Herî kêm 250 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbnê de ne. Bi heman armancê li Herêma Kurdistana Federal li bajarê Hewlêrê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û li Galler a Qraliyeta Yekbûyî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger didomin.

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de pêk tên, axivî.

'REWŞA GUVEN KRÎTÎK E'

Farisogûllari bi bîr xist, çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ketiye astek krîtîk û wiha axivî: "Çalakiya Birêz Guven di roja 76'an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Birêz Guven zêdetirî 10 kîlo li xwe kêm kiriye û nikare bi awayekî rehet avê vexwe. Li aliyê din ji qewetê ketiye û tevî vê yekê jî bi ruhê berxwedanê çalakiya xwe didomîne. Rayedarên AKP, CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û saziyên edaletê yên navneteweyî bêdeng in. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Ji ber raya giştî û civak li ber tecrîdê bêdeng maye Guven û girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û bi vê çalakiyê raya giştî û civak hişyar kirne."

'DIXWAZIN TÊKILIYA OCALAN BI CIVAKÊ RE QUT BIKIN'

Farisogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û israra AKP'ê ya di tecrîdê de û wiha pê de çû: "Bi tecrîda li Îmraliyê rê li ber fikrên Ocalan tê girtin û bi vî awayî nayê hiştin ku ew fikir xwe bigihînin civakê. Bi tecrîdê tê xwestin, têkiliya Ocalan û civakê ji hev bê qutkirin û dewlet ji ber vê tecrîdê girantir dike. Bêdengiya li dijî tecrîdkirina Ocalan dewama kompoloyê ye û rejîma faşîst ya AKP/MHP'ê hêza xwe ji hêzên navneteweyî, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê distîne ku tecrîdê giran dike. Ji bo tecrîd bi dawî bibe çalakiya Birêz Guven di roja 76'an, çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê di roja 65'an de dewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasboûrg jî di roja 36'ê de dewam de ye. Li gorî agahiyên em ji Hewlêrê distînin rewşa hevalê Nasir Yagiz jî krîtîk e. Daxwazên hevalên me diyar in û daxwazên wan rewa ne. Divê tecrîd ji holê rabe."

'RÊBAZA ŞERÊ TAYBET E'

Farisogûllari ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan a bi kekê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got: "Ji bo grevên birçîbûnê yên li çar parçeyan belav dibin bên astengkirin ev hevdîtin hate çêkirin. Divê ev weke rêbazeke şerê taybet bê dîtin. Ji ber vê jî demildest Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şandin Îmraliyê. Ev hevdîtin jî nîşan dide ku ne ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Armanca sereke ew e ku berxwedana her diçe berbelav dibe asteng bikin."

'LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHÊ ÇALAKIYA NOBEDÊ'

Farisogûllari da xuyakirin ku 27'ê Çileyê bi tevlîbûna parlamenterên HDP'ê wê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya nobedê bikin û got: "Ji bo ku em ji qîrîna girtîgehan re bibin deng em ê ji 27’ê Çileyê û pê ve bi navê wekîlên HDP'ê li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya nobedê bikin. Heta çalakiyên li girtîgehan bidome em ê jî di nava liv û tevgerê de bin. Em ê bi çalakiyên xwe dengê xwe bidin çalakvanên girtîgehan. Bêdengî mirine û divê her kes bibe denge vê qîrînê."

Farisogûllari di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, eger şahadetek çêbe teqez berpirsyarê vê yekê rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ye.