HDP’yî çûn serdana malbata Şenyaşar

HDP’yî çûn serdana malbata Şenyaşar a ku xizmên wan ji aliyê AKP’yiyan ve hatibûn qetilkirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Heyeta ku Alîkarê Hevserokiya Giştî ya HDP’ê Tûncer Bakirhan, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Feleknas Uca jî tê de bûn, çûn serdana Malbata Şenyaşar.

Bakirhan di serdanê de axivî û got “Heke wê edalet pêk were, ew ê bi destê dayikên wekî Emîne Şenyaşar pêk were. Em dixwazin edalet pêk were. Darizandike alîgir heye, tişta ku li nexweşxaneyê hate kirin ser wê tê girtin. Li hemberî zilma ku li Malbata Şenyaşar û bi hezaran malbatên wisa tê kirin, em ê welatekî demokratîk diyarî gelan bikin. Heta ku edalet pêk were, em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin. Wê teqez edalet pêk were. Wê tu kes nikaribe pêşiya vê lêgerîna edaletê bigire.”

Heyeta HDP’ê piştî ku bi malbatê re nobet girt, ji qadê derket.