'HDP xwedî kevneşopiyek dîrokî û ezmûnekî 40 salî ye'

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr destnîşan kir ku gelê Kurdistanê 40 sal in li qada siyasetê ye, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê da û got, "HDP xwedî kevneşopiyeke dîrokî û tecrûbeyeke 40 salî ye."

Piştî Meclîsa Tirkiyeyê wekîltiya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu betal kir, di heman rojê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn jî ji bo ku HDP bê girtin îdianame amade kir.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, der barê doza girtina HDP'ê de axivî. Îmîr anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê ji sala 2015'an heta niha li hemberî HDP’ê planên bertengkirin û tesfiyekirinê çêdike û wiha axivî: “Di 17'ê Adarê de bi fermana darazê parlamenteriya wekilê me Omer Farûk Gergerlîoglû hat betalkirin û piştî vê biryarê der barê girtina HDP'ê de doz hat kirin. Ev diyariyek bû ji bo kongreya MHP'ê. Ev gavek bû ji bo qewetkirina Bahçelî bû. Di heman demê de dixwazin tevgera siyasî ya Kurd û siyaseta demokratik tesfiye bikin. Lê nizanin ku HDP xwedî kevneşopiyek 40 salî ye û rayên vê siyasetê ti carê nayê qutkirin. Li hemberî vê dorpêçkirina dermirovahî û derexlaqî, bi milyonan dildarê têkoşîna Kurd hene."

'AKP-MHP NIKARE WELÊT BIRÊVE BIBE'

Îmîr da zanîn ku AKP-MHP xwe li ser dijminatiya li nirxê Kurdan dide jiyîn û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP-MHP’ê ku nikare welêt birêve bibe, qeyran û aloziyên hene ku her diçe kûr dibe, ji bo xwe ji rojev û rexneyên gel re derxe, êrîşî partiya me û pêkhateyên partiya me dike. Ji bo ku AKP-MHP hebûna xwe bide berdewam kirin jî êrîşî HDP’ê dike. Heta ku pirsgirêka Kurd li vî welatî çareser nebe, wê ti carî Tirkiye azad nebe û ti alî de bi pêş nakeve. Dema ku em li rewşa Tirkiyeyê dinêrin di her alî de qeyran hene. Qeyrana civakî û siyasî heye, qeyrana siyasî bi xwe re jî qeyrana aborî tîne. Êdî AKP ne li hundir ne jî derve re nikare vî welatî birêve bibe. 

AKP-MHP ji ber ku hebûna xwe li ser dijminatiya li gelê Kurd dibîne, li welat ruhê nîjadperestiyê bi pêş dixe. Gelê Kurd jî ji bo jiyanek hevpar û jiyanek bi hev re têdikoşe. Lê belê AKP îro tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî di nava liv û tevgerê de ye. Lê dema ku em li polîtîkayên AKP’ê jî dinêrin û dibînin, ev berjewendiyên şexsî jî bûne bela serê wî bi xwe. Di vî alî de hevalbendê jî difiroşe. Armancek wan tune ye ku xizmetê ji gelên Tirkiyeyê re bike."

'PIRSGIRÊKÊN LI WELAT KÛR DIBE'

Îmîr destnîşan kir ku armanca van êrîşên li ser HDP'ê ew e ku derbekê li têkoşîna wan bixin û wiha dom kir: "Bi van planan dixwazin pêşî li ber nîqaşkirina rojevên sereke yên vî welatî bigrin. Lewra krîza aborî û siyasî ya li welêt kûr bûye. Desthilatdariya AKP'ê li dewsa ku bibe muxatabê van pirsgirêkan, berevajî vê hewl dide bi temamî ser van pirsgirêkan binixumîne. Lê belê wê ev êrîş, nikaribin temenê desthilatdariya AKP-MHP'ê dirêj bikin. Êdî dawiya wan hatiye. Bi operasyona Garê hemû şeklê siyaseta Tirkiyeyê guherî. Ji bo ku bikarin binketina xwe binixumîne, bê navber HDP'ê hedef nîşan dide û êrîş dike. Êdî civaka Tirkiyeyê rastiyan dibîne."

'EM NAHÊLIN KU NIRXÊ VÎ WELATÎ BIBE QÛRBANA AKP-MHP’Ê'

Îmîr diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên ne alîgirên tîfaqa AKP-MHP’ê bin weke terorîst tên binavkirin û ev tişt got: "AKP-MHP fikir û ramanek ji derveyî xwe naxwaze. Kesên ne ligel tifaqa wan be hedef nîşan didin û weke terorîst binav dikin. Sekna AKP-MHP’ê ji bo paşeroja Tirkiyeyê dînamîte. Polîtîkayên AKP-MHP’ê ne di xêra civakê de ne. Em ê ti carê destûr nedin ku nirxê vî welatî bibe qurbanê berjewendiyê AKP-MHP’ê. Îro êrîş tenê li ser HDP’ê nîne, AKP-MHP’ê hemû muxalefet, sazî û dezgehên welat kirine hedefa xwe. Çiqas êrîş dikin bila bikin, lê bila ji bîr nekin ku ku li dijî polîtîkayên tinekirinê tifaqa gelan hatiye avakirin.

Li vî welatî em demokrasî, hiqûq, maf û azadiyê diparêzin. Eger daxwaza aştî, demokrasi, wekhevî û hebûna Kurdbûyînê sûç be em vî sûçî dikin. Em dildar û têkoşerên vê xetê ne. Ti carê rêveberiyên serdest ji bo gelan tiştekî qenc nafikire. Di sîstema netewdewletiyê de gel tine ne û gel nabin xwedî maf. Ev sîstem gel dike qurbana berjewendiyê xwe. Em jî rastiya gel dipejirînin û dibêjin, 'eger gel tinebe, welat jî tineye, welat tinebe rêveberî tineye'. Em her tiştî dixin bin xizmeta gelan û ji bo gelan têdikoşin. HDP ji bo vê yekê partiya gelane û hemû aliyên civakê himbêz dike."

‘KEVNEŞOPIYEK 40 SALÎ' 

Îmîr destnîşan kir ku zêdetirî 40 sal e gelên Kurdistanê di qada siyasetê de têdikoşe û wiha got: "40 sal e ev hişmendî li dijî siyaseta Kurd dijminatiyê dike û gelek caran partiyên Kurdan bi awayekî bê hiqûqî girtin. Lê ti carî nekarin ku siyaseta Kurd bigrin. Dibe ku bi awayek bê hiqûqî HDP were girtin, lê ew tenê tabeleyek û avahiyeke. Lê nikarin mejiyê milyonan kesan bigrin. Her çiqas ku ew partiyekê digrin em hîn xurt û ji nûve derdikevin holê. Em xwedî kevneşopiyek dîrokî ne. Rayên vê kevneşopiyê ewqas bi hêz e ku ti kes nikare van rayan ji binî rake. Helbet li dijî vê bêhiqûqiyê li gel dost û hevalên HDP'ê amadekariyên me hene. HDP, li hemberî hemû senaryoyan xwe amade kiriye û xwedî ezmûn û tecrûbeyeke 40 salî ye."