HDP wê dengdêrên xwe yên li Başûr bibe ser sindoqan

Nûnerê HDP'ê yê li Başûrê Kurdistanê Abîd Îke got, her dengê li Başûrê Kurdistanê bê dayin gelekî girîng e û ji hilbijêran xwest ku teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengên li derveyî welat bên dayin gelekî girîng in. Ji bo dengdêrên li Başûrê Kurdistanê karibin dengê xwe bidin, HDP'ê zend û bend ba da.

Nûnerê HDP'ê yê li Başûrê Kurdistanê Abîd Îke diyar kir ku ji bo vê yekê wan komîte ava kirine û mîna karê li Tirkiyeyê, ew li Başûrê Kurdistanê jî xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Îke destnîşan kir ku dengekî bi tenê jî gelekî hêja ye û got, ji bo dengdêrên li Başûrê Kurdistanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, ew bi fedakariyeke mezin dixebitin.

Îke bi dewamî got, "Ji bo tespîtkirin û dengdana hilbijêrên li Başûrê Kurdistanê em dixebitin. Em ê destekê bidin dengdêran ji bo karibin li Konsolosxaneya Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Bi ya me, dengên bên dayin gelekî girîng in. Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de dengdêrên li Başûr bi berpirsyariyeke mezin rabûn û dengê xwe dan. Em dixwazin di vê hilbijartinê de jî bi heman rengî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."

Îke got, wan ji bo dengdêrên li Başûr çend komîte ava kirine û got, "Ji bo kesên ku nikarin li Konsolosxaneyan dengê xwe bidin, em dixwazin wan bibin Tirkiyeyê û bikin ku karibin dengê xwe bidin. Ji bo vê jî em ê li nava malan bigerin û ji dengdêran bixwazin ku dengê xwe bidin."