HDP: Ti karê me bi yên di pirsa Kurd de çareseriyê neparêzin re nîne

Cigirê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel destnîşan kir ku ti karê wan bi yên di pirsa Kurd de çareseriyê naparêzin re nîne û anî ziman ku çareserî rakirina tecrîdê ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otelek Amedê bi sernavê “Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin” ji bo 3 rojan civîn li dar dixe. Civînê îro dest pê kir. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û Alîcan Onlu, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîs HDP’ê, rêveberên bajêr û navçeyan, rêveberên KCD, DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. 

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku ew ê nexşerêya xwe ya nû bi pêkehte û hêzên demokrasiyê re diyar bikin. 
Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî û got ji bo ew xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar bikin li hev civiyan. Temel bal kişand ser zextên li Kurdan û siyaeta Kurdan tê kirin û got: “Gelê Kurd û birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ne. Êrişên li dijî gelê Kurd tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê êriş li ser gelê me heye. Li dijî ciwan, jin û xwezayê êrişên giran tên kirin. Li dijî HDP’ê polîtîkayek xistine dewrê. Her cûre rêbazî ceribandin. Lê encam negirtin. Gavek bi HDP’ê paş ve nedan avêtin. Kurdan di her şertan de berxwedana xwe mezin kir.” 

Temel anî ziman ku wan civînên wiha li gelek bajarên Tirkiyê li dar xistine û wiha got: “Tirkiye bi rejîmek faşîst re rû bi rû maye. Qey mirov dibêje yên liber xwe didin nîn in. Derûniyek wiha çêkirine. Dixwazin tevahiya civakê bixin bin zextan. Çend roj berê Erdogan hat Amedê. Bi hişmendiya û aqilê MHP’ê hat Amedê. Xwedîgiravî hat ku bi Kurdan re hevdîtin bike. Lê dîsa peyama pirsgirêka Kurd nîne da. Amedî li wê qadê nebûn. Li aliyekî hebûn û zimanê gelê Kurd qedexe dike li aliyekî jî tê li vir peyamên ji bo kurdan dide. Êdî tu sozek ku AKP bide gelê Kurd nîne. Li ber têkçûnê ye, bi lêz û bez ketiye nava hewldana hin hevdîtinan. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê. Di pirsgirêka Kurd de yên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi ti aliyan re karê me nîne. Ti pêdiviya me bi nijadperestan nîne.  

Temel destnîşan kir ku ew ê rêyek wisa saz bikin ku her kes dikaribe têde rêwiyê bike û xwe di nav de bimîne û ew ji tifaqên birêgez re hene û wê nexşerêya xwe bi hemû hêzên Tirkiyê re parve bikin. Temel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heta bi birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin û tecrîd neyê bidawîkirin, wê ti çareserî li pêş nekeve. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û birêz Ocalan rasterast daxilî pêvajoyê were kirin. Sirûda me ew e ku em ê tecrîdê bişikînin û rêya çareserkirina demorkatîk a pirsgirêka Kurd vekin. Bi vê zîhniyetê re qet û qet pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi vî awayî edalet, demokrasî û hiqûq nayê Tirkiyê.”

Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.