Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê êrîşên îro danê sibehê ji aliyê çeteyên PDK'ê û Erdogan ve li ser Şengalê pêk hatîn daxuyaniyekî nivîskî da. Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê destnîşan kir ku piştî serdana Serokê PDK'ê Mûsûd Barzanî ya li Tirkiyeyê êrîşên li ser Şengalê destpê kirine û wiha tê got:
"Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, pêvajoya mûzekereya ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û heta mûtakabata Dolmabehçeyê rêze hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin ji aliyê hikûmeta AKP'ê û berpirsên dewletê ve hatin bi rê ve bibin, lê xala ku gihîştiyê xwe li pêşveçûnên li Rojava , li Bakûr û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê hazim nekirin. Erdogan gav bi gav welat ber bi tarîtîbûnê bir û li bajar û navçeyên Kurdistanê asta şer gihand asta herî jor û 13 bajar û navçeyên Kurdan rûxandin."
"PÊWÎSTİYA GEL Bİ YEKÎTİYA NETEWÎ HEYE, NE BI ŞER"
Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya Enqere û ev tişt got: "Li Bakurê Kurdistanê ev qas şerê qirêj ê dayî meşandin, bi hestên întikamê hemû destkeftiyên gelên Kurdistanê êrîşî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê jî kir. Li Başûrê Kurdistanê jî dixwaze Barzanî beşdarî siyaseta xwe yê qirêj bike. Ji bo vê yekê jî piştî hevdîtinên Barzanî yên li Tirkiyeyê li ser Şengalê û Rojava ketine di nava pîlanên nû yên qirkirinê. Dixwazan vê yekê bi destê Kurdan bikin, bi rêya hêzên Kurdan dana kirin, rastî bertekên hemû gelê Kurd û dostên wan hatine. Pêwîste qet qirkirina dewleta Tirk a dagirker neyê ji bîr kirin. Ji bo vê yekê divê derhal PDK dest ji van nêzîkatiyên xwe berde. Mafê ti partî û hêzên nîne di salsala 21'an de ku gelê Kurd nêzî azadiyê bûye bibe asteng û pûç bike. Eger li ser navê gel siyasetekê dikin, tişta gel ji me dixwaze yekîtiya netewî ye. Tişta pêwîstiya gel pê heyî ne şer, yekîtiya netewî ye."