HDP li Semsûrê çû serdana titûnvanan

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul li Semsûrê çû serdana titûnvanan. Titûnvanan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê dan.

Parlementerê HDP’ê yê Entelyayê Kemal Bulbul li Semsûrê çû serdana Sûka Titûnvanan. Endamê Meclîsa Partiyê Îzzet Karadag û gelek HDP’yî bi Bulbul re çûn serdana esnafan. Di serdanê de qala qanûna nû ya ji bo titûnvanan hate kirin. Li gorî qanûna nû kesên ji Wezareta Çandinî û Daristanê ‘belgeya destûrê’ nestînin û titûnê bifiroşin wê cezayê girtîgehê li wan were birîn.

Di serdanê de esnafekî got “Min 4 donim ajotiye. Ji min re bibêjin evqas bacê bidin, ez ê bidim lê dema ku bibe kooperatîf wê me bixapînin.”

Esnafekî din jî got “Em ji kal û bavên xwe vî karî dikin, tu carî wekî niha em neketibûn rewşeke wisa xerab. Qala baceke bi qasî ji sedî 60’î dikin, em ê çawa bidin? Ji sedî 70’ê Semsûrê bi titûnê debara xwe dikin. Heke qedexe were ragihandin wê gelek dikan vala bimînin.”

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul jî diyar kir hilberîner û cotkarên titûnê li hemberî vê polîtîkaya dewletê aciz in û got, “Li gorî qanûnê ji sibê û şûnde wê şandina titûnê ya bi kargoyê û hilberîna wê were qedexekirin. Mirov dixwazin ev tişt neyê qedexekirin. Hilberîner û firoşkar gelek gazinan dikin. Hilberîner piştî ku heqê keda xwe nestend wê çima titûnê hilberîne? Divê daxwazên hilberîneran were pêkanîn.”