HDP'iyan serdana malbata gerîlayê HPG'ê Surgeç kirin
Rêxistina HDP'ê ya Dersimê serdana malbata yek ji fermandarên HPG'ê Îsmaîl Surgeç (Yilmaz) kir ku li Geliyê Ahpanosê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bû.
Rêxistina HDP'ê ya Dersimê serdana malbata yek ji fermandarên HPG'ê Îsmaîl Surgeç (Yilmaz) kir ku li Geliyê Ahpanosê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bû.
Ji fermandarên HPG'ê Îsmaîl Surgeç di operasyona artêşa Tirk a navbera Geliyê Ahpanos û herêma Alîbogazi yên navenda Dersimê, di 10'ê Mijdarê de şehîd bûbû. Rêxistina HDP'ê ya Dersimê serdana malbata Surgeç kir.
Di dema serdanê de Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî amade bû.
HDP'iyan sersaxî ji malbata Surgeç re xwestin.