HDP: Girtî û malbatên wan bi êrîşan re rû bi rû ne!

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), diyar kir ku di hundir de girtî, li derve jî malbatên wan bi êrîşan re rû bi rû ne.

Berdevka Hiqûq û Komîsyona Mafê Mirovan a HDP’ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran got, “Di hundir de li ser girtiyan, li derve li ser mabatên wan êrîş naqedin.

Li girtîgehên Tirkiyê pêkûtiyên êşkenceyî her ku diçe zêdetir dibin û dewlet sûcê mirovahiyê dike. Mafên giritiyan tên binpêkirin. Nexwazim tim di ser odeyên berxwedêrên greva birçîbûnê de digirin û êşkencê li berxwedêran dikin.

Di nava 3 rojên dawî de li girtîgehên Kandira, Bakirkoy û Şakranê di bin navê lêgerînê de di ser odeyan de hatiye girtin û heman ode 3-4 car hatine belavkirin. Amûrên girtiyan bê sebeb hatine desteserkirin.”

Başaran, diyar kir ku êrîş ne tenê li girtîgehan li derve li ser malbatên girtiyan jî heye û wiha pêde çû: “Malbat û dayikên berxwedrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hema bêje her roj bi êrîşa polîsên Tirk re rû bi rû dimînin, dayik tên derbkirin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Mafê girtî û malbatên wan bi awayekî bê hiqûq tên astengkirin. Şûna ku gardiyanên van êşkencayan dikin bên cezakirin, girtî û malbatên wan tên cezakirin.

Bidawîbûna tecrîdê, ji bo demokrasî û mafê mirovan û pêkhatina hiqûq, ji bo welat nebena ye. Em diyar dikin ku em ê li dijî van pêkûtiyan bi berxwedêran re bin û têkoşîna wan destek bikin.”