HDP'ê serdana tûtinfiroşan kir

Rêxistina HDP'ê ya Amedê serdana tûtinfiroşan kir ku zexta 'belgeya erkê' ya desthilatdariyê şermezar dikin.

Qanûna ku bêyî 'belgeya erkê' ya Wezarta Çandinî û Daristanê firotina tûtinê qedexe dike, bûbû sedema nerazîbûna tûtinfiroşan.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û endamên partiyê yên pê re serdana esnafên tûtinê kirin.

Esnafên li Hala Nû ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Baglarê, bi bîr xistin ku ji hemû malzemeyên di çandina tûtinê de bi kar tînin dewlet bacê werdigire.

Yek ji esnafan ji bo qanûna qalkirî dibêje "ne hewce ye", yek jî diyar dike ku ji ber tûtina wan a xwecihî ye bac jê tê wergirtin. Esnafan xwestin ku dengê wan li Meclîsê bê bihîstin. HDP'iyan li pirsgirêkên tûtinfiroşan guhdarî kirin û soz dan ku wê bigihînin meqamên pêwendîdar.