HDP'ê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Şandeyek ji HDP'ê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ji ber serketina wan a di hilbijartinên parlamenta Iraqê de ew pîroz kir.

Nûneriya HDP Hewlêr serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Serdan, bi armanca pîrozkirina serketina Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya ku di hilbijartina parlamentoya Iraqê ya 10’ê Cotmeha 2021’an de pêk hatî ku 4 parlamenter derxistibûn, pêk hat.

Di nava şandeya nûnerên HDP’ê de Nahîde Ermîş, Hîkmet Hatîp û Rûkiye Mercan cihê xwe girtin.

Şandeya HDP’ê ji aliyê endamê serkirdeyatiya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Muhemed Qadir Hawdyanî û berpirsê têkiliyên nivîsgehê Muhemed Daratûyî ve hat pêşwazîkirin.

Nûnera HDP Hewlêr Nahîde Ermîş, bi mebesta pîrozbahiyê desteyek gulan pêşkêş kir û serketina wan a di hilbijartinê de pîroz kir.

Endamê serkirdeyatiya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Muhemed Qadir Hawdyanî jî kêfxweşiya xwe ya seredana desteya HDP’ê anî ziman.

Hevdîtin bi kêf û dilgermî pêk hat.