HDP’ê namzetên 3 navçeyên Entalyayê eşkere kir

HDP’ê li navçeyên Elanya, Aksû û Doşemealti yên Entalyayê namzetên xwe eşkere kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê namzetên hevşaredariyên navçeyên Elanya, Aksû û Doşemealti yên Entalyeyê eşkere kir. Li gorî biryara desteyên berpisyar yên partiyê li Elanyayê Ziynet Bol û Mehmet Şirîn Fîlîz, li Doşemealtiyê Fîrdevs Yildirim û Medenî Kaya, li Aksûyê jî Abdullah Keser namzet hatin nîşandan.

Li aliyê din HDP wê li hemû navendan bi endamên meclîsa şaredariyê beşdarî hilbijartinê bibe.