HDP’ê li Wanê namzetên xwe dan naskirin

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê, namzetên parlemeteriyê bi gel dan naskirin. Tevî hemû zextên polîsan bi deh hezaran gelê Wanê li Qada Beşyolê hatin ba hev.

Namzetê Parlemterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Tayyîp Temel, Mûkadest Karakoç û Asûman Yilmazer li rêya Westanê li gel hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Ûmît Dede, hevseroka DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Aktivîstên TJA’yê, Nûnerên KCD, Dayikên Aştiyê û hêzî hezaran kesî bi konvoyan hate pêşwazîkirin.

Tevî asteniyên polîsan ên alên Tirkan bi wesayîtên zirxî pêşiya konvoyê girtin jî bi biryardarî gel berê xwe dan qada bajar. Bi hezaran kesên ku nerazîbûn nîşanî mîtînga AKP’ê ya li qadê tê kirin dan, li ser rê bi dirûşim û çepikan piştgirî dan konvoya HDP’ê. Girseya ku li Qada Beşyolê kom bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Bi deh hezaran welatiyên hatin Qada Beşyolê namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê pêşwazî kirin. Alîkara hevseroka DBP’ê Hacar Ozdemîr li gel hevşaredarên ku ji aliyê AKP’ê ve hatine dagirkirin derketin ser otobusê û xîtabû gel kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede li vir axivî û bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya 16 salan û diyar kir ku wê HDP di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji hilbijartina 7’ê Hezîranê zêdetir deng bidest bixe. Dede got wê li Wanê 8 parlementer bên derxistin.

Piştre jî Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî axivî û diyar kir ku wê namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi dengê gel bê azadkirin û got: “Weke her demê wê di vê hilbijartinê de dîsa serî li hîle û fêlbaziyan bide, lê hûnê rê nedin vê. Divê gelê me rê nede vê yekê.

Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî herî dawî mafê axaftinê girt û diyar kir ku pêvajoya 16 salan a desthilata AKP’ê de welat ber bi kaosê ve hate dehfdan û got: “Eger hûn deng bidin me em ê aramî û şatiyê pêk bînin.

Di dawiya axaftinan de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.