HDP li Hewlêrê çû serdana Tevgera Demokratîk a Gelan

Şandeyeke buroya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê çû serdana Tevgera Demokratîk a Gelan.

Îro şandeyek ji buroya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê çû serdana Tevgera Demokratîk a Gelan. Şandeya HDP’ê ya ku endam û rêveber Nahîde Ermîş, Rûken Ercan û Hikmet Hatîp tê de cih digirtin ji aliyê Serokê Tevgera Demokratîk a Gelan Xidir Rûsî ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku civîna her du aliyan bi başî û erênî derbas bûye. Her wiha di civînê de mijarên wek rewşa siyasî ya dawî ya Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin. Di heman demê de mijara êriş û metirsiyên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê û welatparêzên Bakurê Kurdistanê jî di rojeva civîna wan de hebûye.

Dîsa têkildarê hilbijartina pêşwext ya parlementoya Iraqê jî nîqaş hatiye kirin.

Tê payîn ku ew serdanên HDP’ê ya bi partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê wê bidomin.