HDP'ê Kongreya Tevgera Azadî pîroz kir

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyama pîrozbahiyê ji bo Kongreya Tevgera Azadî ya 3’emîn şand.

HDP’ê di peyama xwe de serketina ji Tevgera Azadî re xwest û got: “Di qonaxeke wiha dîrokî de erk û mîsyon û vîzyoneke girîng a Tevgera Azadiyê li Herêma Kurdistanê û li Iraqê heye.”

Peyama HDP’ê wiha ye:

“Em 3. Kongreya we ya Asayî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev kongre bibe wesîle çareserkirina aloziyên herêmê. 

Ji dîrokê ta îro têkoşîna li dijî zordariyê didome. Li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê, gel azadî, yeksanî, demokrasî û aştiyê dixwazin. Îro li Rojhilata Navîn, desthilatdar ji bo berdewamkirina desthilatiya xwe, şer û pevçûnan zêdetir dikin, neheqî, xizanî, zilm û neyeksaniyê li ser gelan ferz dikin. Hemû çavkanî û jêderkan ji bo desthilatî û berjewendiyên xwe pêşkêş dikin û gelên herêmê di nav zor û zehmetiyê de dihêlin. 

Di qonaxeke wiha dîrokî de ku li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê geşedanên gelek giring rû didin, hûn 3. Kongreya xwe ya Asayî li dar dixin. Em hêvî dikin ku kongreya we di demeke wiha de bibe wesîleya bihêzkirina nîqaş, guftûgo û danûstandinan. Encam û biryarên kongreyê bibin bingeha bihêzkirina tifaq û yekîtiyê û bipêşxistina demokrasiya radîkal û avakirina rêya 3’yemîn. 

Wek Tirkiyeyê, li Iraqê jî daxwaza azadî, demokrasî, maf û aştiyê ya Kurdan, ji dîrokê ta îro bi rêbazên zordariyê tên tepisandin. Ji ber vê nêzikatî û muameleyê, kêşeya Kurd li Rojhilata Navîn bûye kêşeyeke bingehîn û divê ev kêşe bi rêbazên aştiyane, bi diyalog û danûstandinê bê çareserkirin. 

Di qonaxeke wiha dîrokî de erk û mîsyon û vîzyoneke giring a Tevgera Azadiyê li Herêma Kurdistanê û li Iraqê heye. Tevgera Azadiyê tevgera gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, demokrat, azadîxwaz û ekolojîstan e. Li Herêma Kurdistanê û li Iraqê, pergala Tevgera Azadiyê pergala çareseriyê ye. Serkeftina Tevgera Azadiyê ji bo me cihê şanaziyê ye û hêz dide têkoşîna me û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. 

Careke din Kongreya we li endam û xebatkar û heval û dostên we pîroz be. Serketinê ji we re  dixwazin.”