HDP’ê ji bo Wanê çi pêşniyar kir AKP’ê red kir!

Parlementerên HDP’ê yên Wanê her dem di nav hewldanan de bûn ku kêşeyên bajêr li meclîsê çareser bikin lê ev tişt ji aliyê parlementerên AKP’ê hate astengkirin. Parlementerên AKP’ê yên Wanê tu kêşeyên Wanê nebirin meclîsê.

HDP’ê di 1’ê Mijdara 2015’an de di hilbijartinên giştî de bi ji sedî 64,3 dengan 6 parlementer şand meclîsê, AKP’ê jî bi ji sedî 30,7’an 2 parlementer şand. Lê piştî demekê parlementeriya parlementera Wanê Fîgen Yuksekdag û ya Tûgba Hezer Ozturk hate betalkirin.

Serdema 26’an a meclîsê him ji bo welat û him jî ji bo Wanê serdemeke dijwar bû. Di vê serdemê de êrîşên dagirker li ser Rojava çêbû, destlênedana parlementeran hate rakirin, bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin, şaredariyên DBP’ê hatin xespkirin, hewldanda darbeyê hate kirin, Rewşa Awarte hate îlankirin, referadûma guherandina Destûra Bingehîn hate lidarxistin, parlementerên HDP û CHP’ê hatin girtin.

Ligel van tiştan HDP’ê ji bo Wanê gelek xebat kir lê AKP’ê tiştek nekir. AKP ligel ku şaredariyan bi qeyyûman bi rê ve dibe, di 2 salan de tiştekî baş nekir.

PERFORMANSA HDP’Ê

Parlementerên HDP’ê ji Wanê di meclîsê de pirsname û pêşniyazname pêşkêş kirin, pêşniyazên kanûnan kirin, lêpirsînên meclîsê pêşkêş kirin û bi van xebatên xwe hewl dan kêşeyên neteweyî û herêmî bînin rojevê. Hikumetê jî ligel ku berpirsyar e van kêşeyan çareser bike, hemû pêşniyazên HDP’ê red kir.

Di serdema 26’an de me li xebatên parlementerên HDP’ê yên Wanê meyzand. Di sê salan de parlementerên HDP’ê yên Wanê 712 pirsname, 58 pêşniyazên lêkolîna meclîsê, 6 pêşniyaza kanûnan û 9 pirsnameyên bi devkî dane û îmze dane 836 pêşniyazên lêkolînê yên meclîsê. Parlementerên HDP’ê yên Wanê di meseleyên jin, ciwan, tendirustî, perwerdehî, çandinî û aborî de 344 pêşniyazname dane.

Ji xeynî binpêkirinê mafan û destgîrkirinê, hin pêşniyaznameyên ku parlementerên HDP’ê dane ev in:

Kêşeyên ekonomîk ên Wanê, parastina Gola Wanê, xerabûna rêyan, li Wanê kêşeyên berastengan, li Wanê kêşeyên kal û pîran, li Erdîş û Serayê kêşeyên tendirustiyê, li Wanê zozanên ku hatine qedexekirin, li Wanê qutkirina elektrîkê, li Elbakê avahiyên dîrokî, li Wanê pêşvebirina tûrîzmê, li Wanê parastina nirxên dîrokî û parastina zimanê Ûrartî. Ev hemû pêşniyazname û pirsnameyên HDP’ê ji aliyê AKP’ê ve hate redkirin!

PARLEMENTERÊN AKP’Ê TU KÊŞEYÊN WANÊ NEANÎN ROJEVÊ

Ligel van tiştan parlementerên AKP’ê yên Wanê têkildarî kêşeyên bajêr tu pêşniyazname û pirsname nedane meclîsê û di axaftinên xwe yên Desteya Giştî û yên di komîsyonan de jî qet qala kêşeyên Wanê nekirine. Balkêş e ku di sê salan de peyva ‘Wan’ê tenê 12 caran hatiye gotin. Gelê Wanê diyar dike ku kêşeyên Wanê baş nehatine rojevê û AKP’ê rexne dikin. Niha tişta tê meraqkirin ev e, performansa parlementerên AKP’ê yên Wanê ev be, gelo ev tişt di 24’ê Hezîranê de ew ê di sindoqan de bi çi encamê derkeve holê?