HDP'ê ji bo mîtînga li Wanê bang li gelê Serhedê kir

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bang li gelê Wan û gelemperiya herêma Serhedê kir, ku roja Çarşemê li Parka Mûsa Anter tevlî mîtînga Wijdan û Edaletê bibe.

Gelê Wanê li benda roja Mîtînga Wijdan û Edaletê ye, ku wê 20'ê Îlona 2017'an li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr û Berdevka Jinan Besîme Konca wê tevlî mîtîngê bibin. Hunermend Ferhat Tûnç û Koma Rojarya jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Li ser mîtîngê, Rêxistina HDP'ê ya Wanê li avahiya partiya xwe ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Parlamenterên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî û Bedîa Ozgokçe Ertan tevlî civînê bûn.

Orhan di civînê de axivî û got, "Em bang li gelê xwe dikin, ku roja 20'ê Îlona 2017'an saet 15:00 li Parka Mûsa Anterê be."

Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Lezgîn Botan jî anî ziman, ku hemû amadekariyên teknîkî û qanûnî qediyane û diyar kir, ku wê bi rêya vê mîtîngê hewl bidin dengê gelê xwe bidin bihîstin.

Botan bal kişand ser êrîşa nîjadperestî ya li cenazeyê Hatûn Tûglûk hate kirin û komkujiyên bi rêya balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) li Kurdistanê tên kirin û got, "Li hemberî van hemûyan em ê xwe xurt bikin. Gelê Wanê, wê roja Çarşemê vê yekê careke din nîşan bide."