HDP: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin!

HDP: “Bêyî ku li benda sibê were mayin, divê bi lez bi rêzdar Ocalan re hevdîtin were kirin. Şewata li Îmraliyê dikare di nav civakê de înfîalê va bike.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî agirê ku li Îmraliyê rû da û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê.

Başaran, bal kişand ser hesasiyeta gelê Kurd a li hemberî Ocalan û xwest bi lez û bez heyetek HDP'ê biçe Îmraliyê û li wir lêkolîn bike. Başaran, anî ziman ku çend saet berê di çapemeniyê de hat gotin ku li Îmraliyê şewat derketiye û wiha got: "Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniyek li dûrî cîddîyetê da. Birêz Ocalan 22 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Hevdîtina parêzer, malbat û heyetê bi her awayî tê qedexekirin û asteng dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin. Dem bi dem bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Herî dawî parêzer û malbat di Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê. Destûr nadin ku bi civakê û nûnerên rêxistinî re temasê çêke."

Başaran, anî ziman ku tê gotin îro li Îmraliyê şewatê rû daye got: "Li gel vê yekê Wezire Karên Navxweyî di bernameyekê de wekî ku bi hezaran kes ji bo Birêz Ocalan neketine grevê, weke ku dewlet bi Ocalan re hevdîtin nekiriye, daxuyanî da. Pişti vê daxuyaniyê bi hezaran mirovan xwestin xwe bigînin me û partiya me. Xwestin ve rastiyê ronî bikin. Di şertên asayî de malbat û girtî bi hev re hevdîtin dikin. Lê vê meseleya ku hemû gelê Kurd eleqeder dike, wekî meseleyek sivik digirin dest. Em carek din hişyar dikin. Ev mesele dikare di nava civakê de înfialê ava bike. Em dixwazin bi lez û bez hikûmet têkildarî mijarê daxuyaniyek cîddî bidin.

TEQEZ DIVÊ HEVDÎTIN PÊK WERE

Îro Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbata Ocalan jî ji bo çavdêriya rewşê û hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin. Divê bi lez û bez pirsên di serê civakê de were bersivandin, hevdîtina bi Ocalan re pêk were. Peywira desthilatdariyê ev e ku di rewşên wisa de bibe alîkar, pirsên di serê malbat û civakê de bibersivîne. Em ê vê meseleyê bişopînin. Divê desthilatdarî daxuyaniyên cîddî û têrker bide.”

‘JI XEYNÎ HEVDÎTINÊ TIŞTEKÎ DIN ME NADE BAWERKIRIN’

Acaran diyar kir ku wê tu daxuyanî wan û raya giştî nede bawerkirin û got, “Tekane daxuyaniya rastîn wê ev be ku malbat û parêzer biçin serdana wî û piştre daxuyaniyekê bidin. Hewldanên me yên ji bo hevdîtina bi Wezareta Edaletê û agahdarkirina raya giştî jî wê bidome.”