HDP dengê xwe diparêze, AKP li Kurdistanê dihele

Endama Desteya Rêveber a SAMER'ê Yuksel Genç diyar kir ku AKP, ji ber polîtîkayên heyî yên 4 heta 6 ji sedî dengê xwe yê Kurdan kêm kiriye û got, pêkane ku dengê mayî jî jê kêm bibe.

Endama Desteya Rêveber a Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, çavdêriyên xwe yên li qada siyasî û Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.

Genç girtina Hevşaredar, Parlamenter û siyasetmedarên HDP û DBP'yî û desteserkirina şaredariyan bi bîr xist û bal kişand ser pêkanînên Rewşa Awarte yên li Bakurê Kurdistanê.

Genç diyar kir ku Rewşa Awarte bi rengekî ku tevahiya jiyanê milîtarîze bike, bi cih hate anîn û got, "Ev du sal û nîv e rewş bi vî rengî ye. Ev der herêmeke polîtîk e û li gorî cihên din ên Tirkiyeyê xwedî hişmendiyeke siyasî ye, rexneyan dike, çalakî û xwepêşandanan li dar dixe. Lê belê ev du sal û nîv e hemû şert û mercên kirina siyasetê ji holê hatin rakirin û ev yek sûc hate nîşandan. Sermeselê; mirov berê bi hêsanî diçûn saziyên meclîsên taxan, malên gel an jî navendên partiyên ku dilê wan pê re bûn. Di destpêkê de ji partiya xwe ya siyasî bêpar hatin hiştin. Ji ber kontrol û şopandina polîsan mirov nema karî biçe navendên partiyan. Meclîsên gel û taxan hatin girtin. Welê li mirovan kirin ku li qada siyasî nema karîbûn biçin HDP, KCD û DBP'ê. Zehmetî û astengî derxistin pêşiya mirovan ku biçin saziyên siyasî. Ev mijar bi tena serê xwe veguherî çalakiyê. Mînak; çûyîna avahiya HDP'ê ya li Sûrê ya jî çûyîna avahiya DBP'ê ya navçeyê bû weke lidarxistina çalakiyeke radîkal a siyasî."

Genç anî ziman, van polîtîka û pêkanînan gelê herêmê şikand, birîndar kir û got, "Zehmetiyan dikişînin ku li hev bicivin û karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê di heman demê de li gel hemû êrîşan jî gelê herêmê ti carî dev ji nêrîna xwe ya siyasî berneda. Di lêkolînên xwe de me ev rastî li herêmê gelek caran dît. Ev du sal û nîv in mirov bi giranî vê pirsê ji me dikin', Gelo dengê HDP'ê yê li herêmê kêm bûye?' Dipirsin, 'Gelo wê mirov hê jî deng bide HDP'ê?' Dema ku em ji wan re dibêjin, 'Belê, deng didin', hingî matmayî dimînin... Mirovên li herêmê, di nava polîtîkayên ewlekarî û Rewşa Awarte ya giran de sekna xwe ya siyasî parastine."

Yuksel Genç destnîşan kir ku di nava mehên dawî de AKP'ê li herêmê gelekî kêm kirine û got, "Ev rastî jî vê yekê nîşan dide; AKP gihîştibû asta herî bilind a rêjeya dengê ku karibe ji herêma Kurdan bigirin. Di nava du salên dawî de dadikeve binê vê astê. Niha ji cihê ku daketiye nikare hilkişe."

Genç ragihand, tevî hemû hewldanên psîkolojîk ên desthilatdariya AKP'ê jî rêjeya dengê AKP'ê yê li herêmê bi 4 heta 6 pûanan kêm bûye û got, "Di heman demê de me dît ku di nava hilbijêrên AKP'î de rêjeyeke zêde ya bêbiryar heye. Me dît, piraniya hilbijêrên ku berê deng dane AKP'ê lê niha bê biryar e, bi giranî di nava AKP'ê de ne."

Yuksel Genç diyar kir ku di encama lêkolînên xwe de ew gihîştine wê encamê; polîtîkayên li dijî siyaseta Kurd dimeşîne, baweriya piraniya Kurdan a bi AKP'ê nemaye.