HDP: Darezandinê nakin, şano dilîzin!

Parlemeterên HDP’yî yên ku piştî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş daxuyanî dan, bal kişandin ser darezandina bê hiqûqî û gotin: “Ya tê kirin lîstikeke ya şanoyê” ye.

Piştî rûniştina doza darezandinê ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş a îro li 1’emîn Dadgah Cezayê Giran hate despêkirin û şûnde, heyeta HDP’ê ya ku rûniştin şopand di derbarê vê yekê de daxuyanî dan.

Parlementerê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim û Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ên piştî rûniştinê daxuyanî dan wiha gotin:

Ahmet Yildirim:

“Ji bo runiştina ji dehan dosyayên Hevserokê me Salahattîn Demîrtaş tenê ji bo yekê me li vir in. Dixwazin hevserokê me bidarezînin, vê bi lez bikin, dixwazin hêsan bikin lê li darazek adil û bê alî digerin. Dema ku hevseroka me Fîgen Yuksekdag tenê carekê jî were pêşberî dadgehê jî, sedema hatina wê ew e ku lênêrîna çavê faşîzmê ye.

Me carekî din li vê dadgehê dît bê çima hevserok û parlementerên me girtîne. Ev ne daraz e, ne ji bo hiqûqê ye. Ne li bendêne ku yên ku astengiyê ji bo parêzer û muwekîlan derdixe, ne jî dosyayê pirs dike, ne li çavê hevserokê me binêre, wê çawa bê alî û serbixwe be. Ya tê kirin lîstikeke ya şanoyê ye.

Weke ku hevserokê me dayî diyarkirin ji hemû kar û xebatan, ji axaftin û aktivîteyên me, em dixwazin bêne darizandin. Hinek caran daraz ensturmandekî vekirî yê ku hesab dayîna gel e. Lê belê eger ku bi hiqûqê be, bê alî be. Lê belê dadgerekî ku temaşeyî bersûç neke, temaşeyî parêzer neke, li pişt monîtora bilgiseyararê serê xwe ne rake û ti hincetek nîşan nedayî hemû daxwaz red kir. Daxwaza hevserokê me Demîrtaş û parêzerên wî ku hincetek ne nivîsandin bi biryarekê dawî lê anîn.”

Meral Daniş Beştaş;

“Em ne bûn şahidê darizandina beriya niha. Dadgerekî ku biryarên hatîn dayîn, dibe ku hêrsa wî ya şexsî be, dibe ku encamên nêrînên wî yên siyasî be, bi rewşekî aligir li salonê hem ji bo parêzeran û hem jî îradeya 6 mîlyon û nîv kesan ên li salonê axaftin kir, em bûn şahidiya vê.

Desthilata ku di 4’ê Mijdarê de hem parlamenterên me û hem hevserokên me bi balafirên taybet, bi helîkopteran ji 5 bajarên cûda komkirin, îro mixabin bi hinceta mezaxtina zêde SEGBİS’ê dide sepandin. Mafê adîl yê darizandinê asteng dike. Ji ber ku ji axaftinên Demîrtaş ditirsin. Naxwazin ev bêhiquqiya ku tê kirin derkeve holê.

Bi zorê derxistina li SEGBİS’ê di dîrokê de care yekem e. Pêwîste berî demekê darizandina bi adil ya Hevserokê me Demîrtaş were kirin. Em ê bi lez ji bo HSYK’ê, Wezareta Edaletê û saziyên navnetewî re ragihînin ku darizandin bi alî tê kirin. Em ê ji bo dadger jî gilî bikin.”