HDP bi Eniya Piştevaniya Rojava re civiya

Hevserokên nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li pirtûkxaneya Sohrewerdî ya li bajarê Silêmaniyê bi Eniya Piştewanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê re civiya.

Nûnerên HDP ku ji Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Abid Îke û Muzeyen Guneş pêkhatibû derbarê amadekirina konferanseke rawêj a netewî bi Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Destpêkê nûnertiya HDP’ê spasiya helwesta Eniyê kir ku di mijarên netewî de bi taybetî di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşengtîkirina ji bo çalakî û serhildanên gelê Başûr a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rolekî wan a girîng hebûye. Her wiha HDP’ê ji eniyê daxwaz kir ku derbarê pêwîstiyên nihayî yên gelê Kurd ya ji bo amadekariyên konfernasekî netewî, nêrînên xwe ragihînin.

Nûnerên HDP’ê axavtinên endamên eniyê bi baldarî guhdarkirin, endamên eniyê jî piştevaniya HDP’ê ya ji bo xebatê medenî ya li Bakurê Kurdistanê baş nirxandin û daxwaz kirin heta ku gelê Kurd li wê beşê Kurdistanê mafên xwe bidest dixe, girîngiyê bidin wê xebatê.

Her wiha daxwazkirin ku rewşenbîr û kesayetên ku xwedî pêgehekê civakî ne rolê xwe bi cih bînin û ji bo ku yekrêziya xwe çêbikin zextê bixin ser partî û aliyên siyasî da ku bikarin li hemberî êrîşan bisekinin.

Endamên eniyê dîsa daxwaz kirin ku hindî zûye dîplomasiyekî hevbeş ya Kurdî bê çêkirin ku li tevahiya cîhanê nûnertiya gelê Kurd bike.

Daxwaza wan a dawî ew bû ku hindî zûye konferanseke rawêjê ya netewî were lidarxistin û hunermend û rewşenbîr pêşengtî jê re bikin û rolekî berbiçav bilîzin.

Di dawiyê de nûnertiya HDP’ê spasiya pêşniyar û nêrînên endamên Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand: “Di nava çend rojên li pêşiya me de wê şandeyekî ku ji partî û aliyên siyasî pêkhatiye ji Bakurê Kurdistanê bên û serdana Başûrê Kurdistanê bike, ji bo ku konferanseke rawêjê ya netewî zû bê lidarxistin, em ê hemû hewldanan zêde bikin.”