HDK’ê têkildarî êrîşên Îranê daxuyanî da

Alîkarê Sekreterê Giştî yê HDK’ê Aso Hesenzade di êrîşên li dijî wan de yên ku rejîma Îranê kiriye, bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Rejîma Îranê di 8’ê Îlonê de li dijî baregehên PDK-Î û HDK’ê yên li bajarê Koyê yê Hewlêrê êrîşek kiribû. Alîkarê Sekreterê Giştî yê HDK’ê Aso Hesenzade li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Aso Hesenzade diyar kir ku ew li benda êrîşeke bi vî rengî bûn û got ku, “Îran ji hêza me ditirse, ji ber vê jî bi hovane êrîşî me dike.”

Hesenzade ji ber bêdengiya hin partiyên Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku bêdengiya partiyan û ya raya giştî nayê qebûlkirin.

Aso Hesenzade diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî Îranê di her şertan de bidomînin.

ÇI BÛBÛ?

Rejîma Îranê di 8’ê Îlonê de 3 ciwanên Kurd dar ve kiribû û bombe bi ser baregehên PDK-Î û ya HDK’ê barandibû. Di êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 40 kes jî birîndar bûbûn.