HBDH: Pêngava KCK'ê wê têkoşîna şoreşger a yekbûyî xurt bike

Komîteya Rêveber a HBDH'ê destnîşan kir, ku pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ku 12'ê Îlonê ji aliyê KCK'ê ve hate destpêkirin, wê têkoşîna şoreşa yekbûyî xurt bike.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Ev kampanya li Tirkiye, çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi dirûşmên têkoşînê û bi daxuyaniyên xwedîderkretinê xurtir dibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew pêngava şoreşgerî ya KCK'ê silav dikin ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û şer ên desthlatdariya AKP-MHP'ê hatiye destpêkirin û hate gotin, "Ev pêngav li dijî şer, mêtingerî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên faşîzmê helwesteke şoreşgerî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirini ku bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ew pêngava şoreşgerî ya KCK'ê gelekî girîng dibînin û hate gotin, "Li ser vê bingehê wezîfeya hêzên şoreşa yekbûyî ew e ku têkoşîna hevpar a şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê mezin bikin, ala şoreşa yekbûyî ya ku wê faşîzmê hilweşîne li metropolên Tirkiyeyê bêhtir li ba bidin.

Têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ya gelê Kurd dema ku bi têkoşîna azadiyê ya karker û kedkarên Tirkiyeyê re bû yek, wê xurtir bibe. Hêzên HBDH wê li eniya Tirkiyeyê bikevin nava têkoşîneke ku li dijî faşîzmê şer dikin û hesab ji faşîzmê dixwazin.

Ya ku faşîzmê hilweşîne, têkoşîna hevpar a hêzên şoreşa yekbûyî ye. Ev pêngava KCK'ê jî hêzeke girîng dide têkoşîna şoreşê ya yekbûyî."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me hemû divê bi vê berpirsyariya dîrokî têkoşîna şoreşa yekbûyî xurt bikin û têkoşînê mezintir bikin."