HBDH: Li Amedê me li xeta lojîstîk a dijmin xist

Milîsên Osman Akgun a HBDH'ê ragihand ku li navçeya Hazro ya Amedê li "xeta lojîstîk a dijmin" xistine.

Milîsên Osman Akgun HBDH'ê diyar kir ku li navçeya Hazro ya Amedê li wesayîteke lojîstîkê dane û got, "Me li xeta lojîstîk a dijmin xist."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şer her ku diçe dijwar dibe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana lehengî ya gerîlayên şoreşger ên yekbûyî mezin dibe. Têkoşîna gelê me ya azadiyê li bajar, qad û kargehan bilind dibe. Têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî her ku diçe mezin dibe, bi rêxistin dibe û dibe hêviya azadiya gelan.

Em bi ruhê fedaî û îradeya ku ji şehîdên xwe yên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 1996’an girtine, derbên giran li dijmin dixin. Em li ser şopa nemirên xwe agirê azadiyê pêdixin!

Bi vê hişmendî û îradeyê hêzên me 12’ê Tîrmehê saet di 18.00’an de li navçeya Hazro ya Amedê li dijmin xistin. Me li sêgoşeya Merenî-Koçbaba wesayîta ku malzemeyên Qereqola Koçbaba bar dikir çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku me organîze kir de wesayîta ku maddeyên barkirî lê bûn, bi mayîna ku li ser rê me danîbû hate rûxandin. Di çalakiyê de ajokarê wesayîta hevkar hat cezakirin. Li gel wesayitên zirxî û agirkujê, ambûlans sewqî qada çalakiyê kirin. Hema piştî çalakiyê, qereqol top avêtiye girên dora xwe. Milîsên me bi awayekî kontrolkirî bi selametî ji qada çalakiyê vekişiyan.

Em sond dixwin ku li ser şopa rêheval Osman Akgun ê ku di roja 69’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya sala 1996'an a SAG'ê jiyana xwe ji dest da û hemû nemirên me, em ê têkoşîna xwe mezin bikin."