HBDH’ê bi bombe û teqemeniyan li nuqteya kontrolê ya girtîgehê xist

Milîsên Yilmaz Ekîncî yên HBDH’ê, bi bombeyên destan û teqemeniyên bi destan çêkirî, li dijî aliyê pêş ê nuqteya kontrolê ya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xist.

Milîsên Yilmaz Ekîncî yên HBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo pirsîna hesabê girtiyên di zindanan de bi destê dewletê hatine kuştin, wan 16’ê Tîrmehê saet 02.10’ê şevê li dijî nuqteya kontrolê ya aliyê pêş ê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xistiye.

Milîsên Yilmaz Ekîncî yên HBDH’ê diyar kir ku milîsên wan bi du koman, bi bombeyên destan êrîşê nava girtîgehê kir, bi teqemeniyên bi destan çêkirî jî, êrîşê nuqteya kontrolê ya aliyê pêş ê girtîgehê kir. HBDH’ê anî ziman ku ji bombeyên destan yek jê li klûbeya leşkeran ket û got: “Hat dîtin ku leşkerek li erdê ket lê nehat zanîn ku çi pê hat. Milîsên me, bê qeza û bela xwe ji cihê çalakiyê bi dûr kir.“

HBDH’ê destnîşan kir ku êrîşên li girtîgehê yek ji polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Çawa ku ji der ve dixwazin xelkê teslîm bigirin di girtîgehan de jî bi heman armancê êşkenceyê dikin; lê wê xelk li dijî êşkenceyê li ber xwe bide.“

HBDH’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga piştgiriya berxwedana li girtîgehan kir  û got: “Em berxwedanê veguherînin serkeftinê. Werin em di nav refên HBDH’ê de xwe bi rêxistin bikin û hêza faşîst a ku amûra êşkenceyê ye tune bikin.”