HBDH'ê berxwedêrên rojiya mirinê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a HBDH'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an û Greva Birçîbûnê ya Bêdem a 1996'an bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi daxuyaniyekê got, "Em hevrêyên xwe yên di rojiya mirinê de tevlî karwanê nemiran bûne bi bîr tînin" û soza "pêşvebirina têkoşîna şoreşger a yekbûyî" da.

Daxuyaniya HBDH'ê wiha ye:

"Girtîgeh her tim bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk a faşîst. Di heman demê de bi berxwedanên herî bi heybet re bûn çeperên girtiyên şoreşger ku çok li faşîzmê danîn.

Cûnta faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê xwest bi hezaran şoreşger, demokrat û welatparêzî li girtîgehan asê bike, bi vî rengî bêhnê li têkoşînê biçikîne û bi tecrîd, zext û îmhakirinê girtiyan bikişîne ser xeta teslîmiyetê. Ji Berxwedêrên Zindana Amedê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku bedena xwe dan ber mirinêi bersiva herî mezin dan xeta teslîmiyetê ya faşîzmê. Em van berxwedêran di salvegera 40'emîn de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku ala wan di têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya yekbûyî de bêhtir bilind bikin.

Her wiha em şehîdên xwe yên Berxwedana Rojiya Mirinê û Greva Birçîbûnê ya Bêdem a 1996'an; Aygun Ûgûr, Altan Berdan Kerîmgîller, Îlgînç Ozkeskîn, Huseyîn Demîrcîoglû, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Ayçe Îdîl Erkmen, Tahsîn Yilmaz, Yemlîha Kaya, Hîcabî Kuçuk, Osman Akgun û Hayatî Can bi bîr tînin, soz didin ku em ê berxwedana yekbûyî ku wan li girtîgehan meşandin, em ê di têkoşîna xwe ya şoreşger a yekbûyî de dewam bikin.

Dewleta Tirk a faşîst tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî şoreşger dişidîne, polîtîkaya zext, êşkence û teslîmgirtinê giran dike. Girtiyên siyasî yên şoreşger têne qetilkirin û bi gotina 'xwe kuştine', 'ji nexweşiyê mirine' hewl didin ku êşkence bêne nixumandin. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş her roj girantir dibe, tecrîda li ser girtiyan tê şidandin û êşkence her roj mezintir dibe.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi dîlgirtina bi deh hezaran şoreşger, çepgir, sosyalîst, mirovên welatparêz hewl dide têkoşîna li dijî faşîzmê rawestîne, biqedîne û girtiyên siyasî li girtîgehan teslîm bigire. Lê belê divê bê zanîn ku girtîgeh her tim li dijî êrîşên barbar ên faşîzmê bûne yek ji kelehên herî girîng ên berxwedanê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Milîtanên şoreşger ên yekbûyî ku silava Kemal ê Laz li êşkencekarê zindana Amedê Esad Oktay kir, îro jî li dijî êşkencekarên li girtîgehan çalakiyan dewam dikin, ji bo hilweşandina rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li çiyê û bajaran têkoşînê mezin dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê têkoşîna şoreşger a yekbûyî li dijî faşîzmê xurtir bikin, hesab ji êşkencekaran bipirsin û bang li gelan kir ku xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û bibin dengê girtiyên siyasî yên şoreşger.