Hawan avêtin Kerkûkê

Duh êvarî hawan avêtin Taxa Kurdistanê ya Kerkûkê.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li taxê baregeheke hêzên Iraqê heye lê nehate zelalkirin ku kê hawan avêtiye.

Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye.

Berdevkê Teşkîlata Polîsan ê Kerkukê Efrasiyaw Kamil avêtina hawanê piştrast kir û got, “Taxa Kurdistanê ya ku êrîş lê hatiye kirin, li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê ye. Hawan li pêşiya dikanekê ket. Dikan jî li hemberî baregeha hêzên Iraqê ye. Piştî bûyerê yekîneyên taybet lêkolîn dan destpêkirin.”