‘Hatina gerîla ya ji bo Kerkûkê nîşaneya yekîtiya Kurd e’

Fermandarê Pêşmerge ku bi xwe endameke rêveber ê YNK’ê ye behsa hatina gerîlayan dike ku ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan gavek bû û bi hevrebûyîna gerîla û pêşmerge ya di çeperên şer de yekîtiya Kurdan nîşanê cîhanê da.

Fermandarê Pêşmerge yê ser bi Yetkîtiya Nîştîman a Kurdistan (YNK) Hosta Resûl ji bo wê yekê mînaka êrîşa mezin a DAÎŞ’ê ya li ser Kerkûkê dike ku bi hejmarekî zêde û bi plan, şevekê ji nişkave êrîşî Kerkûkê kir. Resûl diyar kir ku wî bi xwe şahîdî kiriye bê ka gerîlayan parastineke baş ji Kerkûkê re kiriye û bi xwe jî di wê şevê de ji ber hebûna gerîlayan derbasê wê derê bûye.

Hosta Resûl di şerê li dijî DAÎŞ’ê de berpirsê herêma 4 bûye û qala cihêkariya dabeşkirina çek û pêwîstiyên leşkerî ya di navbera herêman de dike. Tevî wê yekê jî balafirên koalîsyonê jî li gorî herêmên din kêmtir çavdêriya tevgera DAÎŞ’ê ya li navçeya Kerkûkê kiriye û yekane sedema wan jî bi hebûna gerîlayên PKK’ê ya li navçeyê ve girêdidan.

Resûl serdana Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û ji nêzîk ve hevalên Rojavayê Kurdistanê dîtiye. Ji bo wî ya balkêş ew bû ku Wezîrê Parastinê yê Kobanê pêşwaziya wî kiriye û bi xwe û nobedarek pê re bûne.

Di heman demê de matmayîna xwe ya ji ber ezmûn û taktîkên leşkerî yên şervanên Kurd tîne ziman û dibêje: “Demekê ew hizre di serê min de hebû ango şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêze, lê çawa bi hêzekî biçûk şerê eniyê dikin? Divê sedemê perwerdeya wan a leşkerî fêr bibim û wisa bikim ku ji bo hêzên me jî sûdê jê bigrîn.”

Ji bo wê yekê bi çend efserên perwerdeyê re serdana akademî û fêrgehên hêzên YPG’ê dikin û piştre di perwerdeya pêşmerge de jê sûd wergirtiye.

Beşek ji nirxandin û nivîsên Hoste Resûl a êrîşên DAÎŞ’ê û hevrebûna gerîla ya li herêma Kerkûkê li Rojnameya Kurdistana Nû hatî weşandin em bi we re parve dikin. Beşek ji bîranînên rojên şerê DAÎŞ’ê ya li Kerkûkê ne ku tê payîn dema pêş wana bikin pirtûk.

‘HATINA GERÎLA YA JI BO KERKÛKÊ NÎŞANEYA YEKÎTIYA KURD E’

“Hevala Aso Mamend agahî da min ku 100 hevalên gerîla ji Qendîl û Mexmûrê hatine û li balafirgeha Kerkûkê ne. Dibe ku wana bibin gundê Metare û çeperên hemberî gundê Wehde bispêrin wan. heval Mamoste Kawe bi wesayîtên tabûra Elî Çîmenî hejmarek ji gerîlayan biribûn gundê Metare ku di rêya taxa pîşesazî de du mayîn bi wan de teqiya û yek ji wan birîndar bû. Rêya pîşesaziyê pir metirsîdarbû û bi domdarî mayîn li ser rê dihatin danîn.

Ew hêza gerîlayên PKK’ê di aliyê moral û menewiyat de ji bo Kerkûkê pir baş bû. Di heman demê de rêya gundê Wehde jî spartin wan, beşek ji hêzên wan jî li gundê Ebdula Ganim hatin bicihkirin. Hêzên PKK’ê di wan rojan de ji bo sînorên Kerkûkê xwedî girîngî bûn, ji aliyekê ve yekîtiya Kurd nîşan dida û ji aliyê din jî li sînorê Daqûqê hêzekî jêhatî bûn û ji wan piştrast dibûn.

‘HATINA KAK MESÛD BARZANÎ YA JI BO KERKÛKÊ’

Ji ber ku min ji wan re got ku di navbera herêman de cihêkarî heye aciz bû.

Mesrûr Barzanî bersiva min da û got ji ber ku PKK li ba we ye, lewma hêzên hevpeyman balafiran naşînin vê derê.

‘PKK LI GEL ME ŞERÊ DAÎŞ’Ê KIRIYE Û ŞEHÎDA DANE’

Di 14’ê Tîrmeha 2015’an de Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Kak Mesûd Barzanî ji bo pîrozkirina şerê Morê hate gel me. Beriya wê li derveyî welat bû. Li baregeha Şêx Cefer civînek berfireh bi hemû fermandarên herêmên 3-4-5 û Daqûqê çêkir. Piştî Şêx Cefer axivî nobeda min hat û min rapora xwe xwend. Min behsa şer kiribû ku têde behsa pêwîstiyên çeperan jî kiribû. Di xala pêncemîn de min qala kêmbûna balafirên hevpeymanan ya li asîmanên herêmên 3-4 û Daqûqê kiribû. Diyar bû aciz bûn ku min got di navbera herêman de cihêkarî heye. Şêwirmendê Asayîşa Herêm Mesrûr Barzanî bersiva min da û got ku li sînorê we Heşdî Şeabî û PKK hene, ji ber wê ye ku hêzên hevpeyman balafiran naşînin vê derê. Min bersiva wî da û got: ‘ew ne wisaye, ti hêzekî yê Heşdî Şeabî li herêmê nîne, ji bilî Tirkmenên Şîî, PKK jî ne qaçaxe. Waye li Şengalê gerîla hene û balafir jî hene, gerîlayên PKK’ê li gel me şerê DAÎŞ’ê kirine û şehîdên wan hene. Me bi berdewamî ew yek ji Emerîkiyan re vegotiye… Di wê civînê de min hemû gazincên xwe ji Kak Mesûd Barzanî re ragihand.

‘GERÎLA DI ŞERÊ RIZGARKIRINA TILWERD DE CIH GIRT’

Kak Kosret ji min re got; ‘Em ê bikarin bigrin? Min got belê eger hêzekî jêhatî hebe em ê bikarîn bigrîn. Bera xwe da Fermandar Şêrko û got; ‘Ez te dikim fermandarê rizgarkirina Tilwerd û hêzên gerîla jî li gel we be, hêzên dijî terorê bi fermandariya Şêx Poladê Şêx Cengî jî ji bo girtina Mekteb Xalid. Min got; em bi hevalên herêma 5 re civiyane û ew ê ji hêla rastê ve gund bigrin û bêne jor. Di wê kêliyê de Enwer Hacî Osman jî hat û got ku; ‘em jî amade ne.’

‘GERÎLAYAN Û HÊZÊN FERMANDE ŞÊRKO DI NAVA 35 DEQEYAN DE GUNDÊ TILWERDÊ XISTIN BIN KONTROLÊ’

Me zû destpê kir, hêzên dijî terorê ketin nava gundê Mekteb Xalid, hêza Fermandar Şêrko û gerîlayan di nava 35 deqeyan de gihiştin bilindahiyên Tilwerd û xistin bin kontrola xwe, Fermandar û berpirsê desteya Fermandar Şêrko Haşim Bineyî şehîd bû, ji hêzên gerîla jî heval Bedirxan çavekê xwe ji dest da. Fermandar Şêrko ferman da ku ji baskê rast re bêjin fîşek ne avêjin ‘me hemû xistiye bin kontrolê.’

‘DI ŞERÊ GIRTINA MEKTEB XALID DE GERÎLAYÊN PKK’Ê PARASTINEK BAŞ KIRIN’

Dijmin nekarî rêya Mekteb Xalid veke, min hewldida ku xeta trenê qawîm bikîn, min beşek ji hêzên xwe di bin fermandariya heval Egîd û heval Şevger li ser pirê bi cih kir. Her du heval du fermandarên mezin ên gerîlayên PKK’ê bûn, parastineke baş kirin. Dema ez ber bi xeta trenê ve çûm dijmin ji çeperên me ve gule li me reşandin. Dema ez çûm Cîgirê Fermandarê Tabûra Yek Muqedem Ebdulah li wê derê bû û min ji wî re got ku ez têm gel te. Diyar bû ku bawer nekiribû, mafdar bû, ji ber ku hêzên me ber şkestinê bûn. Dema ez vegeriyam ew çû bû.

‘HEVAL ARMANC ŞEHÎD BÛ’

Yek ji hevalên PKK’ê bi navê heval Armanc hate gel min û got, ‘ez diçim milê din, birîndarek heye û tînim. Bi çend hevalê keç û kur re bi wesayîtekê çûn û birîndar anîn û vegeriyan. Li ser pirê li wan hate xistin û di encamê de heval Armanc û hevalek jin bi giranî birîndar bûn. Her du ji serê xwe brîndar bibûn. Piştre heval Armanc şehîd bû, gerîlayan gotin ku tu kes di milê din ê avê nemaye. Di wê demê min ji heval Egîd Kelar û heval Elî Seyfî re got, ‘em ji wê derê neçîn, bila xwîna her çar perçeyên Kurdistanê li ser xaka Kerkûkê birije.’

Me karî di nava 30 deqeyan de pira Mekteb Xalid kontrol bikin. heval Şevger fermandarekî PKK’ê bû û di derbasbûna me de rolekî wî yê pir bi qehremanî hebû. Mixabin piştre li bajarê xwe ango li Koban şehîd bû.

Di wê êrîşa de ku DAÎŞ’ê wê şevê pêkanî, ew yekemîn şkandina wî bû, diyar bû ku hêzên dijmin pir bûn. Planên wan wiha bû ku Kerkûkê bigrin, lê bi şkandina dijmin ya di milê Mekteb Xalid de hemû êrîşên dijmin têkşkest.

‘ŞERVANÊN KURD ÊN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ XWEDÎ WÊ HÊZÊNE KU BI HÊZEKÎ BIÇÛK ŞERÊ ENIYAN BIKIN’

Demekê ew hizre di serê min de hebû ango çima şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêzin, lê bi hêzekî biçûk şerê eniyê dikin? Divê sedemê perwerdeya wan a leşkerî fêr bibim û wisa bikim ku ji bo hêzên me jî sûdê jê bigrîn.

Min wê hizra xwe bi heval Şêx Cefer re parve kir û wî baş dît, li gorî wî bi çend efserên perwerdeyê re serdana akademî û fêrgehên hêzên YPG’ê bikim. Ji bo wê yekê jî min bi serfermandarê qehreman ê wezareta pêşmerge re nîqaş kir û wî jî baş dît ku sê efserên ciwan ji bo wê yekê amade bike. Piştre ji hêzên piştewaniyê ya 2 fermandar Rêbwar Elî û ji îdareya herêma 4’an jî Raid Tehsîn di aliyê lojistîk de li gel xwe amade kir û ji berku Kak Helo Pêncwînî karîbû bi birayên PYD’ê re biaxive û têkilî çêbike, piştre bi heman mebestî min Polît Buro û Kak Dilêr Seyd Mecîd agahdar kir.

‘BI HEVALÊN ROJAVA RE LI SER PIR MIJARÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ HEMFIKIR BÛN’

Di 21’ê Çile ya 2015’an de Hawrê bi Helo Pêncwînî û hevalên min bi berpirsê têkiliyan ê PYD’ê Kak Îsmaîl ve em ber bi bajarê Hesekê ve birêketin, li Başûrê Hesekê me heval Şahîn Kobanê dît ku fermandariya şer dikir. Wan herêmekî berfireh paqijkiribû, bi qehremantî şer dikirin. Em li gel wan bûn ku gundek û baregehekî leşkerî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqijkirin. Me armanca hatina xwe eşkere kir, wî jî bi kêyferxwşî destûr da ku serdana Til Elo bikîn û di derbarê wê de agahî werbigrîn. Me nîvro li gel wan xwarin xwar, me gelek bîranîn di derbarê şerê DAÎŞ’ê de bi hevdu re parve kir. Em her du alî jî li ser pir mijarên siyasî û leşkerî hemfikir bûn. Şev em vegeran bajarê Amûdê û me li wê derê serdana Encûmen û Serokatiya Hikûmetê kir û wan bi germî pêşwaziya me kirin. Ji wê derê jî ber bi Serêkaniyê bi rêketîn, şev li Serêkaniyê li baregeha pêywendiyên PYD’ê mayîn.

‘ŞERÊ BI LEHENGÎ YA ŞERVANÊN KOBANÊ HEMÛ CÎHAN MATMAYÎ KIRIN’

Em sibeha roja 22’ê Çileya 2015’an ji Girê Spî be ber bi bajarê Kobanê bi rêketîn. Li gundê Şêran ji aliyê Wezîrê Parastin û Leşkerî yê hikûmeta Kobanê hatin pêşwazîkirin ku bi xwe li gel parêzvanekê bi tenê bûn. Em bi hevre çûn baregeha Wezaretê. Piştre em ber bi Bîrdarî şehîdan bi rêketîn. Me li ser gora Şehîd Şevger û şehîdên din yên Kobanê çelengek danî û piştre me serdana Serokatiya Hikûmeta Kobanê kir û Enver Mulim me pêşwazî kir. Me firavîn li mêvanxaneya Kobanê xwar. Ji min xwestin ku em serdana Girê Miştenûr bikîn. Ew gir dikeve Rojhilatê bajarê Kobanê ku di dîroka mirovatiyê de bi kulmek ji ronahiya xweda navdar e. Dema hilatina rojê weke tîrêjên zîw nava malên Kobanê ronî dike, dema heyv bi şev li ser bilindahiya girê derdikeve mîna kulmek ronahî dibe ku tîrêjên wê yên zêrîn li ser hemû bajarê Kobanê belav dibe, lê tarîperestên DAÎŞ’ê di rojekî nexweş de bi 12 tankan ve êrîşê Kobanê dikin û ew gira pîroz dixin bin kontrola xwe û ew hemû pîroziya wê girî ji bo gelê Kobanê vediguhere agirê şer û ji sedî 75’ê bajar kavil dikin. Şerê bi qehremanî ya şervanên Kobanê hemû cîhan şokkir, karîn ku bi rengekî berxwedêr bajarê xwe biparêzin û dijmin bişkînin.

‘MIN ÇEKA XWE KU JI DESTPÊKA ŞERÊ LI KERKÛKÊ PÊ ŞER DIKIR, MIN PÊŞKÊŞÎ WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ KOBANÊ KIR’

Di wê şerê li dijî terorîstên DAÎŞ’ê de gelek çîrokên qehremantiyê tên gotin, jinên YPJ’yî hemû cîhan ji wê zilma mezin ya li hemberî gelê Kurd tê kirin agahdar kirin. Berxwedaniya vî bajarî ji hezaran şehîdên ku di oxira parastina bajêr de pêşkêşkiribû tê, ji bo gelê Kurd serketinekî mezin bû ku ji aliyê şervanan ve hate tomarkirin. Ji ber wê hate bîra min ku weke sembol çeka li ser milê xwe ku ji destpêka şerên li herêma Kerkûkê min pê şer dikir pêşkêşî Wezîrê Parastinê yê Kobanê bikim. Ew yek di ragihandinan de bû rojev. Şev vegeriyan bajarê Amûdê.

‘ME KARÎ SÛDEKÎ ZÊDE JI AKADEMIYÊN FÊRKARÎ YÊN ŞERVANAN VERGIRÎN’

Sibeha roja 23’ê Çileya 2015’an em ber bi bajarokê Til Elo bi rêketîn ku dikeve nêzî bajarê Şengalê li milê Rojavayê Kurdistanê. Armanca çûyîna me ya wê derê dîtina akademiyên perwerdeyî yên şervanan bû. Nêzî 5 saetan em bi berpirsên akademiyê di civînê de bûn. Piştre em ber bi sînorê Pêşxabûr rêketîn û vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Li wê derê jî ber bi bajarokê Xanesor û navçeya Şengalê bi rêketîn. Li wê derê em ji aliyê berpirsê Malbenda Şengalê Cemîl Evdal û Fermandarê Hêzên Gerîla Egîd Kelarî ve hatin pêşwazîkirin. Şer em vegeran Kerkûkê û li herêma Keywan razayîn.

Me karî sûdekî zêde ji berpirsên akademıyên leşkerî yên Til Elo vergırîn, wan efserên ku bi min re hatibûn piştî em vegeran cihê xwe me raporek di wê derbarê de amadekir û pêşkêşî fermandariya hêzên 70 kir da ku bibe bernameya perwerdeyî ya hêzên 70’ê û bikeve pratîkê.”