HAT NÛKIRIN- Heyeta KNK’ê ji bo Kongreya Neteweyî bi KCK’ê re civiya

Heyeta KNK’ê ya ku xebatên Kongreya Neteweyî dike û bi gelek partiyên Kurdan re dicive, îro li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê re civiya.

Li ser navê KCK’ê Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat, endamê Konseya Rêveber Riza Altûn, li ser navê KNK’ê jî Alîkarê Hevserokatiya KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Dîwana KNK’ê Farûk Cemîl, Endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, Pervîn Azîz, Endamê KNK’ê Seyît Ekrem û Ferhat Doskî beşdarî hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar hate dayîn.

‘HEKE YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE WÊ HÊZÊN SERDEST KURDAN NAS BIKIN’

Di civînê de li ser navê heyeta KNK’ê Tahir Kemalîzade bal kişand ser vî tiştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan civaka Kurdan a ku di warê siyasî de hatiye kuştin, ji nû ve vejandiye.

Kemalîzade diyar kir ku ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî hatine serdana KCK’ê û got: “Em bawer dikin ku hûn jî germ li vê daxwaz û xwesteka me dinihêrin. Heke yekîtiya neteweyî pêk were wê hêzên serdest Kurdan nas bikin. Li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê gelê Kurd ji her demê xurttir e. Em bi gelek partiyên Kurdan re civiyan. Ev civînên me erênî û germ derbas bûn. Daxwaz û xwesteka hemûyan jî pêkanîna kongreya neteweyî bû. Em jî dixwazin bi partiyên parçeyên din re bicivin û bigihêjin armanca xwe ya kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî.”

 ‘JI BO BIDAWÎKIRINA MÊTINGERIYÊ DIVÊ KONGRE Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ WERE PÊKANÎN’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku pêvajo ji bo pêkanîna kongreya neteweyî gelekî guncav e û diyar kir ku ji bo pêkanîna kongre û yekîtiya neteweyî bêyî ku hesaban bikin çi ji destên wan were wê pêk bînin.

Hozat diyar kir ku îro firsendên li ber gelê Kurd dibe ku her demê pêk neyên û got: “Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî şertên a niha gelekî guncav in. Sedema ku her dem qirkirin li ser Kurdan hatiye kirin ev e ku, Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neanîne. Hêzên mêtinger naxwazin Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û her dem dixwazin Kurd ji hev parçe parçe bin. Ji ber ku heke gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne wê hêzên mêtinger nikaribin li ser Kurdan serdestiya xwe bidomînin. Ji bo bidawîkirina mêtingeriya serdestan a li ser Kurdistanê divê kongre û yekîtiya neteweyî pêk were. Di kongreya neteweyî de divê hemû rêxistinên Kurdan kom bibin, kêşeyên xwe yên heta niha nîqaş û çareser bikin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.”

 ‘JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ ROJÊN DÎROKÎ NE’

Piştî hevdîtinê her du aliyan jî daxuyaniyek dan.

Alîkarên Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, ji bo piştgiriya KCK’ê ya ku lidarxistina Kongreya Netewî spasiyên xwe pêşkêş kir, diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûye. Kemalîzade destnîşan kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewî wê KCK piştgiryê bide wan û got: “Ez pir kêyfxweş im ku li Qendîlê di nava hevalên xwe de me. Ji bo em Kongreya Netewî bibin Qendîlê û piştgiriya KCK’ê bigirin hatine Qendîl. Ji berê ve jî KCK’ê tim di daxuyaniyê xwe de diyar kiribû ku piştgiriyê didin xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî, heta ji berê jî wê hê baştir piştgiriyê bikin, dan diyarkirin. Di hevdîtinên me yên li gel partiyên din ên Kurd jî hevdîtin baş derbas bûn, ji ber vê rewşê em pir kêfxweş in. Divê em hê baştir bînin ziman ku em netew in, ji bo gelê Kurd mafê xwe yên netewî hê baştir bînin ziman. Piştî vê civînê peyama yekîtiya netewî didin û derbasî Rojava dibin. Piştî van hevdîtina û şûnde em ê dîsa li gel partiyên ku me hevdîtin li gel kirine û hevdîtin nekirine dîsa bicivin û piştî wê, em ê peyamê bidin tevahî cîhanê û bêjin em gelek in û ji niha li Rojhilata Navîn alternatîfa herî bi hêz in.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî bal kişand ku di vê demê de rêya parastina nirxên gelê Kurd bi lidarxistina Kongreya Netewî re derbas dibe.

Hozat kêfxweşiya xwe ya ji bo heyeta KNK’ê ya ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewî serdana wan kir anî ziman û got: “Xebata ku didin meşandin gelekî girîng e. Em pir ji xebata lidarxistina Kongreya Netewî û xebatên yekîtiya netewî kêfxweş in, pi qedir dibînin û piştgirî dikin. Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî çi ji destê me bê em ê bikin. Birêvebirina xebatekî bi vî rengî di vê pêvajoyê de xebatekî gelekî girîng e. Ji bo Yekîtiya Netewî rojên dîrokî ne. Di pêvajoyekî bi vî rengî de kongre û yekîtî pêşxitin girîng e. Divê em destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, azadiya gelê Kurd û Kurdistanê pêk bînin. Rêya vê jî di lidarxistina Kongreya Netewî û yekîtiyê de derbas dibe. Ji ber vê ev xebata ku KNK dide meşandin gelekî girîng û dîrokî ye. Di nava her şert û mercan de em ê piştgirî bikin, ji bo hatina we spasiyên xwe pêşkêş dikim.”