Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bîranîn

Haci Lokman Bîrlîk ku beriya şeş salan ji aliyê dewleta Tirk ve li Şirnexê hate qetilkirin û cenazeyê wî bi rengekî hovane li pey wesayita zirxî hate kaşkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Haci Lokman Bîrlîk beriya şeş salan di 3'ê Cotmehê de bi birîndarî hate înfazkirin û piştre cenazeyê wî li pişt wesayiteke zirxî hate girêdan û bi erdê re hate kaşkirin.

Endamên malbata Bîrlîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê tevlî bîranîna li ber gora Bîrlîk bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Kamûran Demîr li bîranînê axivî û diyar kir ku wê kaşkirina cenazeyê Bîrlîk ji bîr nekin.

Demîr got, "Heta ku armancên hevalê me Haci Lokman Bîrlîk pêk bînin, em ê têbikoşin. Em ê vê zilma ku li hevalê me hatiye kirin ji bîr nekin."

Birayê Bîrlîk Huseyîn Bîrlîk jî got, "Ev zilma ku li hevrê Haci hate kirin wê ti carî neyê jibîrkirin. Em ê dest ji têkoşîna wî bernedin, em ê li ser şopa wî bin."

Piştî bîranînê, girseya gel serdana malbata Bîrlîk kir. Dayika Bîrlîk Nazîre Bîrlîk diyar kir ku divê xwedî li bîranînên kurê wê bê derketin.

Nazîre Bîrlîk got, "Eger em bibin yek em ê bi ser bikevin. Her tiştî deynin aliyekî û bibin yek. Kurê min mir, lê bila dilê hinekî din neşewite. Haci ne tenê kurê min bû, heval, bira û hevrêyê we hemûyan bû. Hûn hemû ji bo min Haci ne."