Guven: Em ê ti carî bêhêvî nebin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bersiv da serokê giştî yê Òmnium Cultural Jordi Cuixart û got, wê ti carî bêhêvî nebe. Guven diyar kir, wê roja gelên bindest bê.

Serokê rêxistina civaka sivîl a Katalan a bi navê Òmnium Cultural Jordi Cuixart ku ji ber daxwaza serxwebûnê hate girtin, berî du rojan nameyeke piştgiriyê ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re nivîsî bû. Guven a ku 133 roj in di greva birçîbûnê de ye bersiv da nameya Cuixart.

EM JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞIN

Nameya Guven a ku gihîştin ANF'ê wiha ye (sernavê navberê yên me ne):

"Hevrêyê min ê hêja,

Nameya te gihîşt ber destê min. Tevî ku em di nava şert û mecên zindanê de ne, ji ber ku we ev hestên xwe yên xurt gihandin min, spasiya we dikim.

Dostê min ê hêja,

Mîna ku Hypatia dibêje, 'Ti ji me naşibin hev. Lê belê tiştên ku me digihînin hev ji tiştên ku me ji hev cihê dikin zêdetir in. Em hemû xwişk û bira ne'. Em, yanî Kurd û Katalan, li cografyayên cuda jî bin ku ziman, çand, nasname û hebûna xwe qedexe ye, di êş, hêrs, raperîn, berxwedan û wêrekiyê de dibin yek. Nietzsche dibêje, 'Berê xwe bide hezkirin û afirîneriyê birayê min. Edalet wê piştre bide ser şopa te'. Em têdikoşin ji bo edalet bê ser vê xakê. Eger li welatên me edalet hebûya hûn û hevalên we, ya jî li vê derê bi hezaran siyasetmedarên Kurd ji ber nêrîna xwe nedihatin girtin. Berî salekê ji ber ku min operasyona dewleta Tirk a li dijî bajarê Efrînê yê Rojava weke 'dagirkeriyê' bi nav kir hatim girtin. Heta ku feraseta yekperest a netewe dewletan hebe wê têkoşîna me jî bidome.

DEMSALEK DERBAS BÛ LÊ HÎN JÎ BÊDENG IN

Hevrêyê min ê hêja,

Weke ku hûn jî zanin, em;  yanî ez û bi hezaran hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Tevî hemû hewldanên xwe jî me nekarî dengê xwe bidin bihîstin. Ji bo em karibin bêhiqûqiya dewleta TC a li me dike vebêjin, ji bilî vê çalakiyê rêyeke din nema. Bi vê rêyê me xwest her kes pê zanibe ku Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û em dixwazin saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de me demsalek li pey xwe hişt, lê hîn jî tecrîd didome û rayedar li pêşberî daxwaza me bêdeng in. Xuya ye ew ji me dixwazin ku em berdêlê bidin. Halbûkî dema me dest bi vê rêwîtiyê kir, me berdêl dabûn pêş çavên xwe.

ZULKUF BERSIV DA BÊDENGIYÊ

Hevalekî min ê ciwan ê li zindanê, girtiyê siyasî Zulkuf Gezen bersiv da vê bêdengiyê. Zulkuf ciwanekî Kurd bû ku li navçeya dîrokî ya Amedê li Sûrê di nava şer de ji dayik bû. Sala 2007'an hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. 12 sal bûn ku di girtîgehê de bû. Zulkuf li zindanê çalakiya fedayî kir û xwest dawî li bêdengiyê bîne. Hevrêyê me Zulkuf mîna lehengên me yên din hemûyan cihê xwe di dilê gelê xwe de girt. Klara Zetkîn dibêje, 'Mirina şoreşgerekî ti carî bi rengekî bedenî nîne. Hûn zanin ku şoreşgerek kengî dimire? Dema ku nêrînên wê/î mir wê çaxê dimire'. Em ê nêrînên xwe bi ser bixînin ku hevalên me di oxira wan de canê xwe feda kirine.

EM Ê BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NEKIN

Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em ê vê bêhiqûqiyê ti carî qebûl nekin. Di sedsala 21'ê de ne serdest nikarin li ser jiyana gelên me biryarê bidin. Em ê bi îradeya xwe ya azad xewn û xeyalên xwe pêk bînin.

NAV Û ZIMANÊ WELATÊ MIN QEDEXE YE

Xaka me ku beriya 100 salî bi peymana Sykes-Picot bi çar parçeyan hate parçekirin, bi xwînê hate avdan. Kurdên tenê li Tirkiyeyê 30 milyon e. Li dinyaya sedsala 21'ê ku bûyer hemû di asta global de diqewimin, hîn jî navê cih û warê me, navê zimanê me qedexe ye. Li Meclîsa Tirkiyeyê ku ez jî endamekî wê me, axaftina bi Kurdî qedexe ye, bilêvkirina navê Kurdistanê qedexe ye. Yên ku bi van gotinan biaxivin ji ber sûcê 'propaganda rêxistinê' doz li wan tê vekirin.

EM Ê TI CARÎ BÊHÊVÎ NEBIN

Ya rast ne pêwîst bû ku min ev tişt ji we re binivîsanda. Ji ber ku heman bêhiqûqî li we jî tê kirin. Ez careke din spasiya we dikim ji ber piştgiriya we. Weke ku Birêz Ocalan dibêje, 'Hêvî hêjatir e ji serketinê'. Mîna ku ji vê gotinê jî tê fêhmkirin, em ê ti carî bêhêvî nebin.

WÊ ROJA BINDESTAN JÎ BÊ

Em zanin, dinyayeke ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê lê serdest e, jiyaneke azad a li gorî dilê her kesî dikare bê afirandin. Hêvîdar im hûn ê di demeke kurt de azad bibin û silavên xwe ji we re dişînim. Weke ku lehenga gel Baby Sands jî dibêje, 'Roja me jî wê were'. Roja gelên bindest wê were. Em ê teqez bi ser bikevin!"