Guven: Dixwazin dibistanên kuştina mirovan ava bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze li derve û hundir şerekî kûr bide destpêkirin û got, bi dibistanên 'şerê bajaran' dixwazin dibistanên qetilkirina mirovan ava bikin.

Hikûmeta AKP’ê ya ku dixwaze li derve û hundir şer bidomîne, li jêr banê artêşê dibistana 'şerê bajaran' a girêdayî SADAT’ê, li navçeya Tûzla ya Stenbolê ava bike. Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an biryara hilweşandina bajarên Kurdan hatibû dayîn, ev biryar di xala 9’emîn a bernameya SADAT’ê de hebû û niha jî dixwazin yekîneyên xerakirina bajarên Kurdistanê ava bikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkîldarî konsepta şer a AKP’ê axivî û diyar kir ku dibistana 'şerê bajaran' qonaxek nû ya şerê taybet a li dijî Kurdan e.

'AKP AMADEKARIYA ŞEREKÎ KÛR Û QIRÊJ DIKE'

Guven diyar kir ku hikûmeta AKP’ê xwe ji bo şerekî kûr amade dike û wiha axivî: "Wezîrê hundir her roj daxuyaniyekê dide û gefan li Kurdan dixwe. Niha jî operasiyona li ser siyaseta demokratîk dimeşînin. Di van operasyonan de ti pîvanên AKP û artêşê nemane. Hevpeymanên şer hene û divê her alî bi ti awayî van hevpeymanan binpê nekin. AKP ango dewletê hemû maf û zagonên şer bin pê kirine. Niha jî AKP’ê welatiyên sivîl li Kurdistanê kirine hedefa xwe û Kurdan bombe dike. Raya giştî her kes dizane AKP di şer de ne bi serketî ye û zimanê xwe tuj kiriye. Walî tiştek dibêje, Wezîrê wan tiştek dibêje. Gotin û axaftinên wan hev nagirin. Bûyera li Colemêrgê li ber çavane, em çûn herêmê û me herêm lêkolîn kir û me bi malbata re axivî. Vekirî kesên li Colemêrgê hatin qetilkirin welatiyên sivilîn û li ser erdê xwe ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin."

'DIBISTANÊN QETILKIRINA MIROVAN'

Guven da zanîn ku AKP dixwaze li herêmê şerekî navxweyî bide destpêkirin û ji niha ve amadekariya wê dike. Guven anî ziman ku AKP ji ber şerê xwe yê qirêj ji niha ve girtîgeh tijî kirine û wiha pê de çû: “AKP ji bo li Kurdistanê şerê xwe rehet bimeşîne, destpêkê siyasetmedarên Kurd hemû xistin girtîgehan. Niha jî AKP dixwaze bi rêbazên cuda şerê li dijî Kurdan kûr bike û serî bi dibistanên ‘şerê bajaran’ dan e. Rejîma AKP’ê dixwaze dibistanên ‘şerê bajaran’ a girêdayî SADAT’ê li navçeya Tûzla ya Stenbolê ava bike. Ev dibistan tênê wê perwerdehiya qetilkirin û kuştina mirovên sivîl ên li Kurdistanê bide.  Tirkiye ber bi şerekî navxweyî û qirêj ve diçe. Divê ti kes li hemberî vê plana qirêj bêdeng nemîne û dengê xwe yê aştiyê bilind bike. Yan jî weke Sûriyeyê, Iraq û welatên derdor wê şerekî kûr û giran li Tirkiyeyê derkeve."

'WÊ TIRKIYÊ BER BI KAOSÊ VE BIBE'

Guven anî ziman ku li Kurdistanê zêdetirî salek û nîv berxwedana gel a li dijî zilmê dewam kir û ev tişt got: "Li bajarên Kurdistanê ‘Xweseriya Demokratîk’ hat ragihandin. Artêşa Tirkiyê bi hemû teknolojiya xwe ya pêşketî, tank, top û hemû çekên giran êrîşî li ser herêmên xweser kirin. Li gel van êrîşan jî dewlet rastî berxwedana gel hat û bi salan nekarin têkevin kuçeyên herêmên xweser. AKP niha serî li dibistanên ‘şerê bajaran’ daye û dixwaze kêmahiyên xwe yên li bajarên Kurdistanê bi perwerdehiyê temam bikin.  AKP'ê digot, ji ber xendek hene em vî şerî didin destpêkirin. Divê mirov niha pirs bike, gelo ji bo çi? Niha ti xendek tine ye, gelo ev dibistan ji bo kijan armancê tên avakirin? Gelo armanc xerakirina tevahiya bajarên Kurdistanê yan jî guhertina demogirafiya Kurdistanê ye? Ev hemû nîşaneyên pirsê ne. Ji bo serokatiya şexsekî û rêveberiya partiyekê, ev hewldana  AKP'ê tiştekî gelek talûkeye û wê Tirkiyeyê ber bi kaosek mezin ve bibe. Divê pêşî li vê bê girtin."

'TIRKIYEYA DEMOKRATÎK Û KURDISTANA AZAD'

Guven bi bîrxist ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de ti cure êrîş neman li ser Kurdan ne ceribandin û wiha got: "Tirkiyeyê hemû cureyên çekan li dijî gelê Kurd bikar anîne. Ji cerdevaniyê bigre heta komkujî, şewitandin û vala kirina gundan, destavêtin, binçavkirin, windakirin û girtinê nekarin îradeya gel dîl bigirin. Niha jî bi ceribandinên nû dixwazin Kurdan dîl bigrin. Rêzdar Ocalan pêvajoyek a aramiyê li Tirkiyê da destpêkirin. Eger dewlet di pêvajoya diyalog û çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd e ji dil ba wê niha li Tirkiyeyê mijarên cudatir hatiban axaftin. Tenê çareserî demokratbûna Tirkiyeyê û Kurdistana azad e. AKP hebe û tine be jî wê ev pêk bê."