Guven a dîlgirtî xistin girtîgehê

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji ber karên xwe yên siyasî û axaftinên xwe li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihate darizandin û 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, doh bi şev hate destgîrkirin. Guven ku bi şev li Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hate hiştin, vê sibehê birin dadgehê.

'GELEKÎ BIXEBITIN'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de gelek siyasetmedar li ber edliyeyê li hev kom bûn.

Guven ji bo kesên li ber edliyeyê got, "Pirsgirêk nîne. Gelekî bixebitin ku em zû vegerin".

Piştî ku 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran biryara der barê Guven de jê re xwend, Guven hate girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.