Guneş: Berxwedana dîrokî bi ser ket

Nasir Yagiz ê ku 187 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger debû, piştî ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, ji bo dermankirinê ew birin nexweşxaneyê.

Nasir Yagiz, piştî ku li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê daxuyaniyek da û dawî li çalakiya xwe anî, ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Zanîngeha Hewlêrê.

Li ser rewşa tendirustî û tedaviya Nasir Yagiz, Endama Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Li dijî gelê Kurd û rêzdar Ocalan zilm û zordariyek mezin dihat meşandin, bi çalakiyên greva birçîbûnê û berxwedan mezin a gelê Kurd ev zilim û zordarî hat şikandin. Wê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd berdewam bike. Ev bi qasî 8 salan bi tu awayî rê nedihat dayîn ku hevdîtin bi rêzdar Ocalan re bê kirin.”

Li ser rewşa tendirustiya Nasir Yagiz jî Muzeyen Guneş got: “Me Nasir rakir nexwşexaneya Zanko ya li Bajarê Hewlêrê û wê tevahî tehlîlên wê bêne kirin. Piştî derketina tehlîlan wê dest bi tedaviyê bikin. Di nava 10 rojan de tenê wê ava hestî, ava birinc û ava mast bidinê. Heya nexweşiyên wî diyar dibin û bijîşk wê biryar bidin ku ka wê Nasir çend rojan li nexweşxaneyê bimîne. Gotina dawîn a bijîşkan e.”