Gundiyên Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û PDK şermezar kirin

Gundiyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û kuştina sivîlan ji ber bêdendiya PDK'ê û Barzanî, helwesta PDK û Barzanî şermezar kirin.

Gundiyên Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn û ji komkujiya dewleta Tirk a li Şeladizê şermezar kirin, ku di encama êrîşên artêşaTirk de 10 sivîl hatibûn kuştin.

Gundiyan wiha gotin:

‘XIZMÊN MIN KUŞTIN, MALA ME KAVIL KIRIN’

FATMA EHMED:  ‘’Ez beriya her tiştî ji ber hemû êrîşên artêşaTirk ên bi ser gundên me şermezar dikim, sersaxiyê didime xizmên gundiyên me yên ku hatine kuştin û sersaxiyê didime hemû gelê Kurdistanê. 

Dewleta Tirk beriya niha jî 3 caran êrîşên hewayî bi ser mala min de anîn. Her carê jî mala min hilweşandin. Di van êrîşan de gelek xizmên min hatin kuştin.

Di êrîşên dewletaTirk de xalê min hate kuştin û kurê wî birîndar bû, kurê xalê min jî şeht bû û kete ber destan. Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gundên me de zêde bûne. Êrîşê tînin ser malên me, ziyanê didin bax û baxçeyên me, heywanen me dikujin.

Herî dawî jî artêşa Tirk li Şeladizê 10 mirovên me yên ku li ser kar û barên xwe bûn, kuştin.

‘BARZANÎ ÇIMA BÊDENG E’

Artêşa Tirk gerîlayên HPG’ê dike hincet û êrîşê tîne ser gundên me. Her roj mirovên me dikuje û malên me xira dike. Heywanên me jî dikue. Baş e, ey Barzanî! Tu çima li pêşberî êrîşên artêşa Tirk û komkujiyên wan xwe kerr dikî? Şeladizê ne Başûrê Kurdistanê ye? Ji bo ku dengê we derkeve hê divê çend gundiyên dî yên Kurdan werin kuştin?

Artêşa Tirk beriya niha li Qendakolê 45, li Zergeleyê 8 mirovên me kuştin, li Kortekê malbatek qelandin û gelek komkujiyên dî kirin li gelek herêman. Em baş dizanin ku armanca Tirk ew e dixwaze me gundên xwe û erdên xwe berdin. Lê berdêla wê çi dibe bila bibe em şûnwarên xwe bernadin û em di ber de bimirin jî em ê li gundên xwe bijîn.

Bila Barzanî zanibe, heta niha me ti fêde ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê nedît. Hikûmeta Başûr dewlemendan dewlemend dike û gundiyên weke me jî zêdetir hejar dike. Ev jî têrê nekir me mehkûmî mirinê dike. Niha ew dibêjin em ê dewletê çêbikin,em ê referandûmê bikin. Hikûmeteke ku nikaribe xaka xwe û mirovên xwe biparêze dikare bibe dewlet? Barzanî û PDK demildest divê dawî li têkiliyên xwe yên qirêjî yên bi Tirkiyê re bînin û helwesteke zelal diyar bikin.

Herî dawî dixwazim bang li gelê Kurdistanê bikim: Gelê Kurdistanê li dijî komkujiyên dewleta Tirk, li dijî bêdengiya Barzanî û PDK’ê divê rabin ser piyan û li Başûrê Kurdistanê xwedî derbikeve!’’

YÊN BÊDENG DIMÎNIN, ŞIRÎKÊ KOMKUJIYÊ NE'

HINDIRÎN ARÎS: "Dewleta Tirk, serê her kêliyê dibêje ku dest ji dijminatiya li Kurdan bernedaye û wê dest jê bernede. Herî dawî li Şeladizê 10 gundiyên xizan bi balafirên şer kuşt.

Ev yek beriya niha li Behdînan, Şeladizê, Qendîl û gelek cihên din kir. Yanî dewleta Tirk êrîşî malên me, heywanên me, bexçeyên me dike. Her kes pê zane, çavkaniya debara me; sewalkarî û çandinî ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze çavkaniya debara me ji holê rake.

Qîma xwe bi jiholêrakirina çavkaniya debarê nîne, her wiha cih û warên me, mirovên me bi êrîşên balafirên şer parçe parçe dike. Hêzên herêmî û navneteweyî, ku her carê qala mafên mirovan dikin, li pêşberî van êrîş û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bêdeng in. Lê belê ya ku me diêşîne; bêdengiya Barzanî û PDK'ê ye ku dibêje ew Kurd e û qala dewletbûnê dike.

Partiyên din ên Başûrê Kurdistanê jî li ber van komkujiyên dewleta Tirk ranebûne. Bila her kes bi vê zanibe; bêdengiya li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk tê wateya şirîkatiya wan komkujiyan. Dewleta Tirk, bi kuştina gundiyên me sûc li dijî mirovahiyê dike. Yên ku divê helwestê li hemberî vê nîşan bidin, bêdeng dimînin û bi vî rengî dibin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê.

Pêwîste gelê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dakeve qadan. Ne dîrok, ne jî mirovahî wê kesên li pêşberî van êrîş û komkujiyan bêdeng dimînin, efû bikin."