Gundiyê ji Talatê: Hêzên dewleta Tirk hê jî malan xera dikin
Gundiyê bi navê Îbrahîm rewşa dawî ya gundê Talatê ragihand û diyar kir, ku wan berê jî ev zilm dîtine. Îbrahîm got, "Beriya niha bi vê zilmê ti encam nestandin, wê niha jî nikaribin tiştekî bi dest nexin."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
yekşem, 26 reşemiyê 2017, 11:15
Gundiyê bi navê Îbrahîm rewşa gundê Talatê yê Nisêbînê ku piştî Xerabê Bava bûye hedefa êrîş û dorpêça hêzên dewletê veguhast û got, hilweşîn û êrîşa li ser gund berdewam e, mekîneyên kar yê nû anîne û vê sibehê teqînên mezin çêbûne. Gundiyê bi navê Îbrahîm diyar kir ku dewletê salên 90’î jî gundê wan kavil kirine, şewitandine, ti encam jê wernegirtine û ew ê serê xwe ji zilmê re netewînin.
‘1993’AN GUNDÊ ME KAVIL KIRIN’
Îbrahîm diyar kir ku hêzên dewletê 93’an êrîş bi ser gundê wan de aniye, wan salan gundê wan bi temamî daye valakirin û neçar mane ku ew koç bikin. Îbrahîm diyar kir ku ew piştî salan dîsa li gundê xwe vegeriyan, gundê xwe ava kirine lê dîsa ji hêzên dewletê re bûye hedef û tê kavilkirin.
‘WÊ DEMÊ ME SERÊ XWE NETEWAND NIHA JÎ EM NATEWÎNIN’
Gundiyê bi navê Îbrahîm diyar kir ku çawa ku wan salên 90’î serê xwe ji hovîtiyê re netewandine, niha jî wê serê xwe ji vê hovîtiyê re netewînin ku ev ev hovîtiya niha 10 caran li ya berê ye. Îbrahîm diyar kir ku armanca dewletê ew e ku li ser gundiyan komkujiyan bike, wan koçber bike û çi jî bibe ew ê li welatê xwe, li ser şûnwarên xwe bimînin û berxwedana xwe bidomînin. Îbrahîm diyar kir ku hilweşandin, talan û êrîşa hêzên dewletê di nav Kurdan de dibe sedema hêrsê û got, "Dawî li vê hovitiyê bînin, bi vê hovitiyê we tiştek bi dest ve neanî, hûn ê nikaribin bînin."
‘LI GUND HILWEŞANDIN DIDOME, ÊRÎŞ ZÊDE DIBIN’
Îbrahîm diyar kir ku hilweşandina gund vê sibehê jî berdewam dike û wiha got: "Vê sebehê mekîneyeke dî ya kar anîne gund, niha 3 mekîneyên kar li gund xaniyan xira dikin." Diyar kir ku heta niha xaniyên Abdurrahman Akbaş, Adîl Akbaş, Osman Akbaş û Mehmet Axar xira kirine û niha nizanin bê ka xaniyên din ên kê ne.
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN, HÛN JÎ LÊ XWEDÎ DERBIKEVIN’
Îbrahîm herî dawî got ku divê gel li wan xwedî derbikeve û wiha domand: "Me li vir li ber xwe da. Bi komkujî û zextê em ji ya xwe nayên xwarê, bila gelê me jî bi me re be, li me xwedî derbikeve."