Gundê Bêdûhê yê Metîna di hedefa artêşa Tirk de ye

Gundê Bêdûhê yê 200 malî yê Metîna di hedefa artêşa Tirk de ye. Artêşa Tirk seraqet bi obûs, hawan û balafirên şer li gundê Bêhûdê dixe. Gundiyên gotin, ‘’Çi heqê dewleta Tirk nîn e ku vî tiştî bîne serê me, êdî sebra me nemaye’

‘BI ÇAVÊ KU EM DIJMIN BIN LI ME DINERIN’

Kemal Ramazan Abdurrahman ku li qada Metîna ya Duhokê li gundê Bêdûhê bi mêşê hingiv debare xwe dike wiha dibêje: ‘’Gungê me ji 200 malî pêk tê û artêşa Tirk tmi êrîşê bi ser gundê me de tîne. Ji xeynî mêşên hingiv tiştekî dî yê ku pê debara xwe bikim nîn e. Ji ber vê zilman wan êdî kezeba me di devê me re derket. Di bombekirina dawî de kurê min ê biçûk dema ku direviya piyê xwe êşand. Em ji bo zarokên xwe pir ditirsin, em baş pê dizanin ku ji bo wan ti ferqa kurê min û milîtanên PKK’ê nîn e. Ji bo wan milîtanên PKK’ê çawa dijmin bin kurê me jî dijmin e. Ji ber ku Kurd. ‘’ Abdurrahman dibêje, ‘’di dema Seddam de jî gundê me vala kirin, wê demê jî me zilm dît, niha jî ti ferqa wê nîn e. Zilma Seddam xilas, ya Erdogan dest pê kir.’’

BANGA LI RÊVEBERIYA BAŞÛR

Gundiyekî dî yê Bêdûhê ku ji ber ewlehiyê nekarî navê xwe bibêje, got, ‘’Artêşa Tirk gundê me kiriye hedefa xwe de. Ev ne cara pêşî ye, beriya niha jî êrî kirin û 200 ajalê me şikêr bû. Ti heqê dewleta Tirk nîn e ku vê bi me bike. Ev xak a me ye, Erdogan dibêje, ‘ez misilman im’. Ev misilmaniyeke çawa ye. Ez bang li rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê dikim, çareseriyeke ji vê re bibînim.’’

 ‘EZ JI GUNDÊ XWE NAÇIM’

Nûriye Huseyîn jî dibêje: ‘’Bapîrê min ji vî gundî bû, bavê  min jî û diya min jî. Ez jî li vî gundî dijîm. Me debara xwe tim li vî gundî bi sewalan kir. Ez jixwe yixtiyar bûme, ji niha û pê ve artêşa Tirk çi jî bike ez ê ji gundê xwe dernekevim.’’