Gunay: Desthilatdariyê wijdan û exlaqê xwe xist binê axê

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî cenazeyên bi rengekî komî li kêleka rê hatin veşartin got, "Ya ku li wir hate veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Ev gel wê vê yekê ji bîr neke û hesabê wê bipirse."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay civîna çapemeniyê ya heftane pêk anî. Gunay mijarên di rojevê de nirxand û nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirinê yên desthilatdariya AKP'ê da.

Gunay got, "Bi operasyonên qirkirina siyasî îro dest pê kir. Zext, bêhiqûqî, destgîrkirin, operasyonên qirkirina siyasî me matmayî nahêle, lê her carê daxwaza me ya têkoşînê mezintir dike."

Gunay xwest, hevalên wan ên îro hatine destgîrkirin tavilê bên berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.

Gunay anî ziman ku operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosa peyamek ji bo dewamkirina tundiya li jinê, destavêtin û parastina kujeran e."

Ebrû Gunay got, "Zext û zordariyê nekariye bi têkoşîna me ya jinê, nekariye bi piştevaniya jinê. Têkoşîna me sînor nasnekiriye. Îro jî wê nas neke, sibe jî nas neke."

'YA KU HATE BINAXKIRINA WIJDANÊ DESTHILATDARIYÊ YE'

Gunay bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û got, "Li çar aliyên Tirkiyeyê goristan hatin xerakirin. Bifikirin, di meha Remezanê de dayikek bi rojî ji bo êriş li gora kurê wê neyê kirin bi rojan li ber goristanê nobed girtiye. Lê belê vê desthilatdariyê dest ji êrişa li dijî goristanan bernedaye."

Ebrû Gunay got, "Herî dawî 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, eşkere bû ku ne li goristana Kîlyosê, lê li kêleka rêya li ber goristanê hatine veşartin. Beriya niha cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin, şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û bi vî rengî malbat ceza kiribûn. Doh jî bi veşartina cenazeyan li kêleka rê malbat careke din ceza kirin. Goristan nirxê hevpar ê civakê ye, pîroz e. Li gorî Îslamiyetê nasname, bawerî û nêrîn çi dibe bila bibe hurmet ji cenazeyan re tê nîşandan. Dema ku darbesta cenaze derbas dikin her kes radibe ser piyan û hurmeta xwe nîşan dide. Lê AKP çi dike? Desthilatdarî çi dike? Êrişên xwe yên li dijî goristanan dewam dike. Êrişên li dijî pîrozmendiyên gel dewam dike. Bi rengekî bêexlaq cenazeyan li kêleka rê vedişêrin. Ya ku li kêleka rê hatiye veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Gel wê vê yekê ji bîr neke û hesab bipirse."