Grevên li dijî tecrîdê mezin dibin

Çalakiyên grevên biçîrbûnê yên di serî de li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li dijî tedrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, belav dibin.

Nasir Yagiz ê li dijî tecrîdê ev 64 roj in di grevê de ye, malbata wî ya ji Bakurê Kurdistanê serdana wî kirin.

Dayik û apê Nasir Yagiz ên piştgirî dan, kêliyên hestyar derketin pêş.

Yagiz ê spasiya malbata xwe kir, got: “Heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşînê bidomîne.”

PARLEMENTERÊN JIN DESTEK KIRIN

Parlementerên koma jinê ya Tevgera Goran a Parlementoya Herêma Kurdistan û Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş li pêşiya Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistan a Hewlêrê daxuyaniyek da. Jinan banga piştgiriya bi Leyal Guven re kirin.

Guneş got: “Her roja diçe tenduristiya Guven xirab dibe, nikare avê jî vexwe. Leyla Guven weke jineke Kurd li dijî zilmê helwesta xwe diyar kiriye. Divê li Parlementoya Herêma Kurdistanê destekê bidin daxwazên Leyla Guven. Gelek ji dewletên Ewropa piştgirî didin Guvenê. Divê parlementerên jin ên li Herêma Kurdistanê destekê bidin.”

Parlementera Tevgera Goran Dr. Şiyan Eskerî ya daxuyanî xwend got: “Em hevpîşeyên Leyla Guven desteka xwe radigihînin. Li dijî Leyla Sûcê mirovahiyê tê kirin. Her diçe rewşa wê xirab dibe. Divê Leyla Guven li parlementoyê bûya. Di berxwedana wê de serketinê dixwazin.

Parlementera Tevgera Goran Şîrîn Emîn a bang li civaka navneteweyî kir got: “Divê civaka navneteweyî destekê bide çalakiya Leyla Guven. Daxwaza Guven hiqûqî ye. Ji bo em destekê bidin Guvenê em ê dengê xwe li hemû cîhanê bidin bihîstin.”

ŞENGAL

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Xaneser a Şengalê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, hunermenênd Êzidî dewir girtin.

Endamên Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê çalakiya greva birçîbûnê ya 6’ê Çileyê bêdawî û bidorveger hatibû destêkirin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê serok Jiyan Nabe’ dewir girtin.