Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin

Grevên li navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê yên dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Grevên li Başûr bi biryardarî didomin.

Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin ketin qonaxeke nû. Greva Nasir Yagiz di roja 176'an, ya li Komeleya Mezopotamya Silêmanî dorveger di roja 152'î, ya Herêm Memhmûd Kelar di roja 81'an, ya rojiya mirinê Merwan Mehmûd Ozdemîr di roja 2'an de, ya li Mexmûrê dorvegerî di roja 151'an û ya Fedîle Tok di roja 116’an de bi biryardariyeke mezin didome.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 176’an de bi biryardariyeke mezin didome. Çalakî bi koma 88’an dewam dike.
Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz her diçe giran dibe. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê bi taybet pirsgirêka çav û bêxewiyê giran bûye. Yagiz heta niha gelek kîlo li xwe şikandiye.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 152'an de didome. Çalakî bi koma 77'an didome.

GREVA BÊDAWÎ

Endazyar Herêm Mehmûd ku bi heman armancê li navçeya Kelar a herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, 81 roj in çalakiya xwe bi biryardarî didomîne.

ROJIYA MIRINÊ

Her wiha li heman komeleyê welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemîr yê ku ji Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê ye, li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi rojiya mirinê kir. Çalakiya Ozdemîr di roja 2’an de ye.

MEXMÛR

Greva biçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hatibû destpêkirin di roja 151’an de ye. Grev bi koma 51’an didome.

Her wiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja xwe ya 116’an de bi biryardarî didome.