Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 9'an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi koma 9'an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê di 18'ê Kanûna 2019'an de dest pê kir, di roja 17'an de ye.

Di merasîmekê koma 9'an dest bi dora xwe ya çalakiyê kir.

Di merasîma dewrgirtinê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bîranîn.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.