Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 39'an de ye

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan a li Hewlêrê pêk tê, ji aliyê koma 20’an ve hate dewr girtin.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21'ê Mijdarê dest pê kir, di roja 39'an de bi koma 20'emîn didome.

Di dema dewr girtina çalakiyê de Hevserokê Nûnertiya HDP'ê Abid Îke axivî û got; "Heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê bidawîkriin wê çalakiya me bidome. Em bang li raya giştî dikin ku beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê bibin û piştgiriya çalakiyan bikin."