Greva birçîbûnê di roja 221'ê de ye: Girtî gavê bi şûn ve navêjin

Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî û bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 221’an de didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Mêrdînê ragihadin ku gav bi şûn ve navêjin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdara 2020'an de hat destpêkirin, di roja 221'an de didome. 

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi peyamê ku şandin diyar kirin ku heta tecrid bişikê di greva birçîbûnê de bin. 

Peyama girtiyan wiha ye:

"Pandemiya Kovîd-19'ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn belav bûye. Vê nexweşiyê bandor li hevalên me kiriye. Tevî vê jî em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û em ê bidomînin. Daxwaza me eşkera û hiqûqî ye. Divê tecrîda li ser Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan rabe û mafên wî yên hiqûqî bên nasin. Heta ku em tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin em ê di xeta xwe ya berxwedanê de tavîz nedin û bi paş ve gav navêjin. Divê çalakiya me bi daxwazên me, bi jiyanê bixwe û nirxên pratîk ên hevpar re bê nirxandin. Em ê teqez mîrateya têkoşînê ya ji me re hatiye hiştin bidomînin. Wê gelê Kurd ê welatparêz jî heta tecrîd bi dawî bibe wê têbikoşe û bibe dengê girtiyan. Di vê esasê de em silavên xwe yên şoreşger ji gelê xwe re dişînin."