Greva birçîbûnê a li Mexmûrê di roja 15'an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi koma 8'an dewam dike. Çalakî di roja 15'an de ye.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 15'an de ye.

Koma 8'an bi merasîmekê çalakî ji koma beriya xwe dewr girt. Piştî rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, bi navê koma 7’an Tahir Gabarî axivî û sala nû di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtiyên PKK û PJAK’ê û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Gabarî di dewamê de got: "Armanca çalakiya me azadkirina Rêber Apo ye. Di sala 2021'ê de hêvî û daxwaza me ew e ku em Rêberê xwe azad bibînin. Ji bo ku hêvî û daxwaza me were pêkanîn, em ê her tim li ber xwe bidin û têbikoşin."