Goyî: Em ê bi giyanê Egîd şoreşa Kurdistanê bi ser bixin

Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Şerîf Goyî got: "Em ê lehengiya heval Egîd bi hêza gelê xwe re bikin yek, li her deverê gelê xwe biparêzin û şoreşa Kurdistanê pêk bînin."

Endamê Fermandariya HPG'ê Şerîf Goyî têkildarî Hefteya Lehengiyê ji ANF'ê re axivî..

Di 21'ê Adara 1982'an de hîmê civakeke ku navê wê hatî qedexekirin hate danîn, Mazlûm Dogan  bi sê darikên niftikê Newroz pêşwazî kir û çalakiya xwe pêk anîn û 28'ê Adara 1984'an mîmarê pêngava gerîla Mahsûm Korkmaz jiyana xwe ji dest de, heftiya di navbera 21'ê Adarê û 28'ê Adarê Tevgera Azadiya Kurd weke 'Heftiya Lenengiyê' bi nav dike. Şervanê Fermandarê Efsanewî yê PKK'ê Mahsûm Korkmaz, Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Şerîf Goyî, dema ku 1985'an tevlî gerîla bûyî şahidiya xwe li Kurdistanê, fermandariya Egîg û gerîlatiya wî û mîrateya gerîlatiyê ya li Kurdistanê ya ku Egîd ji ANF'ê re vegot.

'HATE XWESTIN KU GELÊ KURD BIXIN BIN BETONÊ'

Goyî diyar kir ku di serdemeke wiha de ku êrîşên qirkirinê bi ser Kurdan de hebûn, PKK'ê bi lehengiyên mezin gelê Kurd ji bin betonê derxistiye, hemû şehîdên têkoşîn û şoreşê bi bîr anî û wiha got: 

"Gelê Kurd beriya PKK'ê ji rastiya xwe dûr ketibû. Rastiyeke civakê hebû ku navê wê lê hatibû qedexekirin û nikarîbû li van xakan bibêje ez Kurd im. Di serdemeke wiha de Heval Egîd, Mazlûm Dogan û mîlîtanên PKK'ê derketin holê. Heke ev lehengî çênebûna îro me yê nikarîbûna behsa van lehengan bikirana. Ji ber ku dijmin li dijî Kurdan tenê qirkirina fizîkî pêk neanî, bi êrîşên qirkirina çandî jî Kurdistanê serûbin kir. Ji ber van polîtîkayên komkuj gelê me nikarîbû bibêje ez Kurd im jî. Li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê li dar xistin. Mînak dewleta Tirk a faşîst ku piştî Komkujiya Dêrsimê navê Dêrsimê kirî Tuncelî, heta pêngava heval Egîd û Mazlûm êrîşên xwe yên qirkirina çandî didomand û hewl dida ku çanda Kurd tine bike. Û xwest ku Kurdan bêxe bin betonê û gelê Kurd tine bike."

'GELÊ KURD DI RÊÇA EGÎD DE DIMEŞE'

Goyî got, ''Heke îro bi milyonan Kurd dikarin bibêjin em Kurd in ev bi çalakiya Heval Egîd e. Ev bi wêrekî û çalakiya heval Egîd derkete holê'' û diyar kir gelê Kurd di rêça Mahsûm Korkmaz de dimeşe:

"Di serdemeke wiha de diyarkirina Kurdbûna xwe wêrekî dixwest. Ev wêrekî û hêz hevalên Mazlûm û Egîd nîşan dan. Ev wêrekî heval Egîd nîşan da. Tenê bi wêrekî, teorî, ramanî nal ê bi pratîkê jî ev nîşan da. Ev pêngava 15'ê Tebaxê ye. Helbet vê pêngavê dîroka Kurdan guherandiye. Kurdan bi vê pêngavê dîroka xwe nivisîn. Van lehengiyan hêvî û wêrekî da Kurdan. Di nav Kurdan de ramana ''Kurd hene û wê tim hebin'' çêkir. Bi vê pêngavê re ev raman li dinayê belav kir û da hîskirin. Ev geşedan di şexsê heval Egîd de çêbûne. Hemû dinyayê heval Egîd bi vî rengî nas kir.Îro bi milyonan mirov li pey rêça heval Egîd in. Heke îro bi milyonan mirov dikarin bibêjin em Kurd in ev bi çalakiya heval Egîd e. Ev geşedan bi wêrekî û çalakiya heval Egîd derketin holê. Hedefa ku partiyê dayî ber xwe bi vê çalakiyê pêk hat. Îro jî gelê Kurd li gel hemû polîtîkayên zext û zordariyê ew biryardariya ku wê di rêça Heval Egîd de bimeşin nîşan dane û nîşan didin."

Goyî wiha dewam kir, ''Navê Egîd ji bo Kurdan navekî pîroz e û navekî dîrokî ye ku hişmendiya welatparêziyê bi xwe re aniye. Navekî wiha ye ku dijmin jê diqutife'' Goyî diyar kir ku Kurd wê careke dî li rojên berê venegerin û wiha berdewam kir: ''Di serdemeke wiha de ku şert û hêvî hatibûn tinekirin mirovan nikaribûn hilmê jî bistînin. Heftiya Lehengiyê di demeke wiha de bi lehengiya Heval Egîd û hevalên derdor wî pêk hat. Hemû dinya li ser vê lehengiyê axivî. Ji ber ku ev gav ne gaveke jirêzê bû. Û ev lehengî di dîroka mirovahiyê de tim wê were axaftin û nîqaşkirin."

'HÎMÊ GERÎLATIYA MODERN DANÎ'

Goyî diyar kir ku hîmê gerîlatiya modern ji hêla fermandarê efsanewî yê PKK'ê Egîd ve hatiye danîn û wiha domand:

"Carinan heval dipirsin û dibêjin, 'te heval Egîd çawa dît?' ez jî dibêjim, 'bi vê hêvî û daxwazê min ew dît'. Di serdemeke wiha de ku hebûn û nebûna Kurdan dihate nîqaşkirin ez tevlî partiyê bûm û min heval Egîd di demeke wiha de nas kir. Di demeke wiha de ku dudiliyên wiha hebûn, bi taybetî li Botanê, di şexsê lehengên pêngava pêşî ya bi pêngava Heval Egîd, ez hîn bûm ku partiyeke bi navê PKK'ê heye ku li ser navê azadiya Kurd têdikoşe. Piştre jî tiştekî ku were gotin nema û di demeke wiha de diviya gavên wêrek bihatana avêtin. Ev gav jî di şexê heval Egîd de hatin avêtin û heta niha berdewam kir. Gel jî li ser vê hîmê gava xwe avêt. Ji vê pê ve rê nebû.

Di dîroka Kurdan de gelek raperîn çêbûn lê bi ser neketin. Lê raperîna azadiyê ya Kurdan ku tevgera PKK'ê pêk anî, bi lehengiya heval Egîd û bi pêşengiya qedroyên pêşeng bi ser ket. Û gelê Kurd bi serhildanan li vê lehengiyê xwedî derket. Gelê me dît ku tekane çare PKK ye. Ev çare heval Egîd e, ev çare çareyên wiha rast in û serketinê tînin. Ji bo vê jî gel heta niha li ser vê hîmê meşiya û meşa xwe didomîne. Êdî bi têkoşîna van lehengan nîşanî dinayayê hate kirin ku were berê jiyan nabe û li berê veger çênabe. Nirxên ku heta niha hatin afirandin bi têkoşîna van lehangan e. Her wiha îmkanên dema niha jî nebûn. Ev îmkan bi nirxên van lehengan çêbûn. Û hîmê gerîlatiya modern wan deman hate danîn. Pêşengtiya vê jî heval Egîd kir."

'BILA ŞIK Û GUMANA GELÊ ME TUNE BE…'

Goyî diyar kir ku, îddîa û armanca me ev e ku em Şoreşa Kurdistanê pêk bînin û got, "Îddîaya me ev e ku em ê her dem qehremaniya Heval Egîd û bi hêza gelê xwe bikin yek û em ê Şoreşa Kurdistanê pêk bînin. Di vî warî de bila şik û gumana gelê me tune be. Şerê me yê gerîllatiyê ya ku mîrata van qehremaniyan e, diyar kir ku gelê Kurd û gerîllayên wê paşve gavan neavêjin. Û vê têkoşîna me ya çil salan, li ser bingehê îspatkirina gelê Kurd bû. Têkoşîna me ya niha jî, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Di şexsê Heval Egîd de bi serkeftina qehremanên PKK'ê ev tişt pêk hat. Li ser şopa van qehremanan Kurd dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û bi ser bikevin. Tevgera me her dem li ser heqîqetê bû û li ser vê heqîqetê meşiya û dimeşe jî."

'EM Ê HER DEM GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG'ê Şerîf Goyî diyar kir ku, li hemberî hemû êrîşên li ser gelê Kurd em ê gelê xwe biparêzin û got, "Banga min ji gelê me re; tu kurd divê ne li ba dijminên Kurdan be û divê nekeve nav fen û fûtên dijmin. Heke yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk neyê, wê gelê Kurd xisarê bibîne. Em wekî mîlîtanên gelê Kurd, li hemberî her cure êrîşên li ser gelê xwe, em ê gelê xwe biparêzin. Bi vê îddîa û biryardariyê em ê gelê xwe azad bikin."