Goristana dîrokî bûye xirbe

Goristana dîrokî ya li navçeya Erdîş a Wanê ji ber xemsarî û xisara ku defîneger danê, bûye xirbe.

Beşeke mezin a Goristana Ûrartûyan a dîrokî ya li taxa Çelebîbag a Erdîşê di nava avê de maye. Yê mayî jî bûye xirbe.

Goristana ku ji serdemên destpêkê ve weke cihekî pîroz tê dîtin û jorê wê bi 600 metreyî bi ser golê dikeve, ji sala 1999'an û pê ve piştî ku avê xwe ji herêmê vekişand, derkete holê. Goristana herî mezin a herêmê ye.

Di dema Şaredariya DBP'yî de dora goristanê bi dîwêr hate lêkirin û bi vî rengî hate parastin. Goristana dîrokî ya bê xwedî maye, tevî ku li qada sîtê ye, nayê parastin. Goristan ji wijdanê defînegeran re hatiye hiştin û ji ber vê yekê jî beşeke mezin a goristanê xera bûye. Gor hatine kolandin û kêlên gorê hatine şikandin. Gelek gor bi vî rengî ji aliyê defînegeran ve hatine xerakirin.