Goran û Komele beşdarbûna civîna Barzanî red kirin

Tevgera Goran û Komeleya Îslamî, diyar kirin ku beşdarî civîna rojeva referandûmê ya serxwebûna ya Barzanî red kirin.

Tevgera Goran û Partiya Komeleya Îslamî, destnîşan kirin ku beşdarî civîna Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî ya ku wê sibehê saet 14:30’an ku têkildarî rojeva referandûmê bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re bicive, nabin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate kirin, hat diyarkirin ku Barzanî wê sibehê saet 14:30’an li Pîrmamê wê li gel patiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê têkildarî ‘Referandûma Serxwebûnê’civînekê lidar bixe.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî, di peyvîna li gel NRT’ê dayî de, diyar kir ku weke partî beşdarî civîna ku tê behsê kirin, nabin. Piştî Goran Komeleya Îsalmî jî ragihand wê ew jî beşdarî civînê nebin.

Berdevkê Komeleya Îslamî Rêbwar Heme ku ji televîzyona Peyam a ku organê weşana Komela Îslamî ye re axivî diyar kir ku wê beşdarî civînê nebin. Rêbwar got: “Ji ber ti cidîbûna vê civînê nîne, em beşdar nabin. Lê ev biryar nayê wateya ku wê hemû têkiliyên me yên siyasî bên qûtkirin.

Barzanî, li gorî daxuyaniyên rojên bihurî dabû, diyar kiribû ku wê referandûma serxwebûnê ya 2017’an bê kirin. Lê Desteya Hilbijartina Bilind a Başûrê Kurdistanê ji bo ‘Referandûma Serxwebûnê’ ti ferman ji bo wan nehatiye dayîn.

Barzanî yê ku Tebaxa 2015’an demê erka wî bidawî bûye, bi awayekî fîlî serokatiya herêma Kurdistanê birêve dibe. Ji 12’yê Cotmeha 2015’an ve parlementoya Başûrê Kurdistanê hatiye girtin.